TIŞRÎNÊ – Gelê Kantona Cizîrê di roja 26’an berxwedana Bendava Tişrînê de agir li bendavê pêxin û moralê çekin. Gel bi agirekî mezin xwest nîşanî dijmin bide ku ew ji êrîşên dewleta Tirk a faşîst natirsin.
Ev 2 roj in gelê Cizîrê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk li bendava Tişrînê ye.
Li Bendava Tişrînê ya 21 sivîl ji ber êrîşen dewleta faşîst a Tirkiyeyê şehîd ketine. Îro şêniyên Cizîrê şehîden Tişrîn bi bîr anîn û wêneyê Şehîd Bavê Teyar ku bi destan hatibû xizkirin, rakirin.
Her wiha wêneyên din ên Berwedana Bendava Tişrîn bi awayekî hunerî hatin nîşandan û ji aliyê gel ve hatin hilgirtin.
Şeva moralê bi gerandina stranên gelerî, qîrîna dirûşma “Bijî Berwedana QSD” û govenda li dora agir bi dawî bû.