HAMBURG- Li bajarê Elmanya Hambûrgê wê bi pêşengiya ciwanan festîvalek bihata lidarxistin, lê polîsên Elman pîrozbahiya li salona Rote Flora ya ku ciwanan li hev kiribûn û bedelê pîrozbahiyê dabûn asteng kirin. Dema pîrozbahiya salonê ya ku dihat payîn hunermend Îbo Qamişlo û Hozan Saîd tevlî bibin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, ciwanên Kurd û dostên wan li kolanê pîrozbahî li dar xistin.
Li gorî agahiyên ku komîteya amadekar a festîvalê dane ajansa me, “Polîsên Elman li ber derî rawestiyan û nehiştin em bikevin salonê. Me salon kirê kir, lê ji ber ku em ji bo PKK’ê xwepêşandanek li dar dixin, destûr nadin me. Paşê me cihekî din dît ku em lê bimînin. Polîsên Elman li wir jî destûr nedan. Parlamenter û parêzer hatin, lê polîsan bi israr destûr nedan, me biryar da ku pîrozbahiya xwe li kolanan pêk bînin.”
Di pîrozbahiya li Kolana Schûlterblatt a Hambûrgê de li ser navê ciwanan daxuyanî hat dayîn û hat gotin, “Weke hûn jî dizanin, her sal em ciwan li dijî komploya li ser Rêberê me hatiye pêşxistin, meşeke dirêj organîze dikin. Wê îsal Meşa Dirêj li bajarê Heîlbronê destpê bike. Em bang li hemû ciwanên ku dixwazin tevlî vê meşê bibin. Em dibêjin îsal dê bibe Meşa Dirêj a dawî. Ji ber ku îsal em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin. Em ê weke Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî Komploya Navneteweyî ji bo Rêberê xwe hefteyekê bimeşin. Em ciwan bi biryar in: Heta Rêbertiya me azad nebe rawestin li me qedexe ye! Bijî Rêber APO! ”
Piştî axaftinan ciwanan dirûşmeyên, bi qîrîna dirûşmeyan “Solidaritat heißt Wiederstand, Wiederstand in jedem Land! Hoch die internationale Solidarität!” “Bijî Serok APO” û govendê cejn pîroz kirin.