NAVENDA NUÇEYAN- Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku endamê PYD’ê Hogir Dirbêsiye (Dîlawer Ebdulqadir Erebo) û endama Koordînasyona Kongra Starê Salîhe Viyan (Hêva Erebo) di encama êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de şehîd bûne.
Dilawer Ebdulqadir Erebo ji bajarê Dirbêsiyê ye, di 1990ˋî de hatiye dinê, Hêva Erebo jî ji heman bajarî ye û di 1981ˋê de li gundê Delîk ê Dirbêsiyê hatiye dinê.