TIŞRÎN- Berxwedana li Tişrînê bi gelek bi coş û kelecaniya xwe tê jiyan kirin. Nêzî 30 roj in gel li dijî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a faşîst a li ser Bendava Tişrînê li ber xwe dide. Bi axaftin, daxuyanî, dîlan û wêneyan berxwedaniya xwe xwe tînin ziman.
Di van demên dawî de hunermendan tabloyên curbecur ji Tişrînê re şandin ji bo piştgiriya nobêtdaran bikin. Gel kêfxweş bû û hin wêneyên têkildarî berxwedana Tişrînê hestên ku jiyan kirin nirxandin.
Yek ji wan ji jinêk ciwan bi navê Helese ye. Helese di nav wan tabloyên heste xwe bi Sehîd Menîca Heyder Haco dit: “Navê min Helese ye û ji Qamişloyê me. Ez hatim berxwedana bendava Tişrîne. Demen dawî tabloyên ji aliyê resama hatine boyaxkirin ji bo pişgirî dayîna çalakiya nobedê û ji bo morale bidin me. Yek ji wêneyan li vir tê dîtin; jinek ciwan a hêzdar ku ala QSD hildide. Wek Şehîd Menîca Heyder Haco. Jina ku li ber xwe dide.
Min bi çalakiyên curbecur Ş. Menîca nas kir. Ew bi karê xwe ve girêdayî bû. Wek di wêneyê de divê jinên ciwan bi hêz bin û hêza xwe nîşan bidin. Divê jinên ciwan ên Qamişlo ji malên xwe derkevin û beşdarî berxwedanê bibin. Tişrîn cihê me ye. Jinên ciwan jinên rojê ne. Mîna şehîd Menîca.”
Mamosteyê bi navê Xelîl ku di berxwedana Tişrînê de cih digire, bala xwe da tabloyêk taybet û sembolîzma serkeftina Tişrînê tê de dit:
“Navê min Xelîl e. Ez li Zanîngeha Rojava mamoste me. Weke mamoste min xwe mecbûr hîs kir ji bo tevlî berxwedana Tişrînê bibin. Duh hunermendan tabloyên bi destan xêz kirin diyarî berxwedanê kirin en ku berxwedana Tişrînê nîşan didin. Ev ji yek ji wan wêneyan e ku beşek ji berxwedanê nîşan dide. Ew wene balê min kişand. Hûn dikarin bendavê bibînin, mirovên ku bûne yek leş. Hûn dibînin ku gelê me çawa bûye yek. Di heman demê de sembola ku em ê li Tişrînê bi ser bikevin heye.”