TIŞRÎN – Bi dirûşmeya “Em ji mirinê mezintir in” berxwedana Bendava Tişrînê dikeve roja xwe ya 28’an.
Weke ku tê zanîn ji ber ku dewleta Tirk a faşîst be navber bendavê bombe dike, bendav di rewşa krîtiktê de ye. Ev tê wê wateyê ku li seranserê Bakûr û Rojhilatê Surî dê gelek pirsgirêkên kerebê derkevin. Ji ber vê gelên heyî ji bo parastina bendavê bê navber nobedê xwe digirin.
Duh gelê Reqa, Dêrazor û Tepqayê berê xwe dan bendava Tişrînê.
Bi Pêşengtiya ciwanan de gel bi coşekî mezin dest bi roja 28. a nobetê kirin. Gel bi hev re bi dirûşmeyan û bi dîlanan berxwedaniya xwe berdewam dikin.