KOBANÊ- Şêniyên gundên Boxe û Derflitê yên Kobanê, ji bo şerwanên ku ji 8’ê Kanûnê ve li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên di bin serweriya wê de, li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Tişrîn û Qereqozax berxwedaneke destanî nîşan didin û ji bo gelê ku ser Bendava Tişrînê 28 roje çalakiya nobedê dike xwarin amade kirin.
Di van amadekariyên ku ji 7’an heta 70’î her kes tê de rol lîst, gel mînaka herî mezin a Berxwedana Şerê Gel ê Şoreşger nîşan dide.
Gundiyan di peyamên xwe yên dema xwarin çêkirin de diyar kirin ku ew piş li şerwanên xwe yên QSD’ê ne.