HESEKE – Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîmekî lidarxist ji bo şervanê QSD’ê Mîlad El Salîm (Rojhat Serêkaniyê) ê ku di 1’ê Sibatê 2025’an de li Zirganê şehîd bû û şervanê Yekînyên Anti Teror Îvan Kurdî (Dilgeş Çiya) ku di 1’ê Sibatê 2025’an de li bendava Tişrînê gihiştin asta şehadetê. Her du şehîd li pakrewangeha şehîd Dijwar a gundê Dewudiyê ya Hesekê hatin oxir kirin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo axivî û wiha got: “Şehîd Dilgeş bi riheke şoreşgerî tevlî nava berxwedana bendava Tişrînê bû. Şehîd Rojhat jî di hemî çeperên şer de cih girt û her du hevalên me bi têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeriyê tên nasîn. Em şehîdên xwe naspêrin axê, em dispêrin dilê xwe.”
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd jî di merasîmê de axivî û wiha got: “Şehîdên me di hemû çeperên şer de li hemberî dagirkeriyê şer kirin û ala berxwedanê li ser xaka Sûriyeyê bilind kirin. Ev desthildariya îro li Şamê ye li hemberî van hemiyan jî bêdeng e. Lewra îro di hundirê Sûriyeyê de hêzên ku ji bo rûmetê şer dikin hene û hêzên ku dixwazin bi rûmet jiyan bikin hene.
Nûrî Mehmûd diyar kir ku “Em ji bo bi azadî û rûmet jiyan bikin, dema bê xwestin emê canê xwe fêda dikin. Divê em li ber xwe bidin, da ku em bi azad jiyan bikin. Em jî weke QSD’ê em soz xwe nû dikin û em ê bibin şopdarên şehîdên xwe”.
Sekreterê giştî ya Partiya Yekîtiya Ermenî Îmad Tetaryan jî diyar kir ku wê bi tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê riya şehîdan bişopînin û tu carî dest ji berxwedana xwe bernedin.
Dayîka şehîd Dilgeş, Kesuma Ehmed jî wiha got: “Ez bi şehadeta kurê xwe bi ser bilind im û ez riya kurê xwe bişopînin û ez tola kurê xwe hildim.”
Di dawiyê de Gulçîn Ehmê wesîqeyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û di nava tilîliyên dayîkan û silogana “Şehîd namirin” cenazeya her du şehîd hatin oxir kirin.