ŞENGAL – Îro li navenda ciwanan a Dihola Şehîd Pîr Çeko Yekîtîya Ciwanên Êzidxan û Yekîtîya Jinên Ciwanên Şengalê ji bo bangawaziya meşa ku 14’ê Şibatê de ku ji bo şermezarkirina komploya navnetevî ser Rêber APO hatiye kirin, were lidarxistin, daxuyaniyek dan.
Piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo bîranîna Şehîd Hogir Dirbesî û Şehîd Salîha Viyan, Helîma Şengalî daxuyanî hat xwendin.
Daxuyaniyê de ev xal hatin ser ziman:
“Beriya du roja li Başûrê Kurdistan ji aliyê dewleta Tirk ve du hevalên me şehîd ketin, Heval Hogir û Heval Salîha. Di serî de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe di ber de ditewînin. Em soza tolhildana wan didin. Em wek Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê berxwedana rojava silav dikin û soza xwe nû dikin ku em ê berxwedaniya wan bidomînin.
Ji bo wê jî em biryara ku di parlamantoya Iraqê de hate dayîn em şermezar dikin. Em weke Yekîtîya Ciwanên Êzîdxanê em qabûl nakin.
Em bangawaziya ji hemû ciwanên Êzîdxanê dikin tevlî meşa 14 sibatê li Şengalê bibin. Em wek ciwan dendarê Serokatî ne. Em ê erkê xwe yê dîrokî pêk bînin.”
Bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” daxuyanî bi dawî bû.