MEXMÛR – Bi armanca zanîna wate û girîngiya ragihandina azad û rola pêşeng a ciwanan di nav de, û di çerçoveya rêxistinkirin û avakirina komîteyên ragihandinê a ciwanan ku li hemberî manîpulasyona şerê medyatîk a qirêj xwe û civaka xwe biparêzin û ciwanan di şerê gelê şoreşgerî de beşdar kirin, li wargeha Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê dewreyek perwerdeyî a ragihandinê a ku hatibû birêxistin kirin bi serkeftî bidawî bû.
Perwerdeya ku li ser navê herdû kedkarên ragihandina azad Ş.Nazim Deştan û Ş.Cîhan Bîlgîn ên ku li bendava Tişrînê Şehîd bûbûn ve ji bo bîranîna wan hate bi nav kirin.
Perwerde ji aliyê Atolya Ragihandina Ciwanan a Mexmûrê ve hate bi rêxistin kirin. 10 roj berdewam kir. Di perwerdê de li ser gelek mijaran ders û nîqaş hate meşandin. Mijarên çandî û jiyanî, li ser dersa çawa bijî nîqaş hate kirin, wate û girîngiya perwerde, mijarên şerê Gelê Şoreşgerî û di çerçoveya şerê gelê şoreşgerî de komîte ava kirin û ciwanan beşdarî komîteyên ragihandinê kirin. her wiha li ser teknîkê ragihandinê teorîk û teknîkî xebat hate kirin.
Endaman piştî perwerdê bi coşek mezin diyar kirin ku wê li ser şopa şehîdên ragihandina Azad ji bo rastî pêşkêşî tevahî cîhanê bimeşin.