QAMIŞLO- Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya ku li djiî Rêber APO hate kirin, Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li dar xist.
Di meşê de jinan alên Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêber APO rakirin.
Meşvan ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo heta sûka bajêr meşiyan. Li wir piştî rêzgirtinê endama Yekitiya Jinên Ciwan Betûl El Semîr axivî û komplo şermezar kir.
Betûlê diyar kir ku Rêber APO xwe ji bo gelê xwe feda kir û ev lê zêde kir: “Em wek jinên ciwan û tevahî jin, dê li pey fikr û felsefeya Rêberê xwe bin, em ê asta têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin.”
Di dawiyê de Betûl El Semîr berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li bendava Tişrînê û Qereqozaqê silav kir û got dê her dem li gel şervanên xwe bin.