TIŞRÎNÊ – Nêzî 30 roj gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bendava Tişrînê bi berxwedaneke bêhempa li ber xwe didin.
Şehîd Bavê Teyar (Cûma Xelîl) jî beşdarî berxwedana bû û bû sembola berxwedana Tişrînê.
Hin welatî ji bo ku bi biryar bendavê xwe biparêzin gelek caran tên bendava Tişrînê. Yek ji nobetdarên ku cara duyemîn te
Helese ye. Dema ku Helese cara yekem tê ser bendavê, bi Şehîd Bavê Teyar nobedê digiri.
BAVÊ TAYER HER TIM PÊŞENGE ME BIMÎNE
“Navê min Helese ye û ez ji bajarê Qamişlo me, ev cara duyemîn eze li Tişrînê nobedê digirim.
Cara yekem Şehîd Bavê Teyar jî li wir bû û me bi hev re li bendava Tişrîn nobeda xwe girt.
Bavê Tayer wê demê gelek hêz dida me, bi taybetî bang li jinên ciwan kiribû ku beşdarî parastina Tişrînê bibin.
Bavê Teyar dema em zarok bûn pêşenge me bû. Bavê Tayer her tim pêşenge me bimîne, ji ber vê em weke jinên ciwan li vir in.
Dijmin nikare tiştekî li hemberî me bike û nikare berxwedana me qels bike.
Em bi şîara “Em ji mirinê natirsin” li vir in û emê berxwedana bavê teyar bidomînin.”
Maçit Xelef Şendîn ji bo xwedi Şehîdan Bendavê derkevi hat Tişrînê. Maçit ji zarokatiya xwe ve Şehîd Bavê Teyar nas kir û
bi salên bi Şehîd Bavê Teyar ma.
ŞEHÎD BAVÊ TEYAR DI DILÊ HER KESÎ DE YE
“Navê min Maçit Xelef Şendîn e û ji Enteriyê (Qamişlo) me. Ez hatim Tirsrînê ji bo şopa Şehîd Kêfo, Ş.Bavê Teyar û Ş.Menîca bimeşim. Şehîdan Bendavê her tim di dilê me de bin. Her ji wan Şehîdan welatparêz bûn. Bi rastî min Bavê Tayar baş nas dikir.
Em 4 salan li Lîbyayê bi hev re bûn. Bavê Teyar 24 saetan tenê ji bo azadiya Kurdistan kar kir.
Dema Bavê Teyar Şehîd ket, dilê bi milyonan Kurd şikest. Lê belê gel hewl xwedi li Şehîd Bave Tayar derkeve.
Merasima Bavê Teyar gelek heybetli bû, ji çar aliyê Rojava xelk dihatin.
Şehîd Bavê Teyar di dilê her kesî de ye. Dema zarokan Bavê Teyar di televizyonê de dîtin, gelekî kêfxweş bûn.
Her ku gelê me Bavê Teyar li ser ekranan didît, tijî moral dibû. Hemû Kurdistan tijî xem bû. Tu tenê çavên Bavê Tayar mêze dikir û moral girt.
Em bang li ciwanên Kurd dikin, hemû ciwan, bi taybetî yên ku bi Bavê Teyar mezin bûn, xwedi Bavê Teyar derkevin.
Divê ciwan rêya Bavê Tayar bişopînin, piştgiriya QSD bikin û rêya şehîdan bişopînin.”