HABER MERKEZİ- Akademiya Zanista Cîvakî nivisand:
Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!- II
“Sîstema Federatîf a Îmaratên Yekbûyî Yên Ereb:
Îmaratên Yekbûyî Yên Ereb, federasyonek ku di salan 1971’an de bi hatina cem hev a 7 Îmaratan (Ebû dabî, Dubaî, Şerîka, Fûcere, Resûl hayme, Acman, Ûmûl, Kayweyn) çêbûye. Her yek ji van 7 îmaratan xwediyê Emîrên xwe ne û yekeyên siyasî yên nîvserbixwe ne. Her Îmarat xwediyê xwseriyeke berfireh e. Lê di nava çarçoveya giştî ya hikumeta giştî de karûxebata xwe dimeşînin. Federasyonên ku hatine avakirin, etnîsîteyên wisa ne ku taybetmendiyên coxrafîk li pêş in.
Rêveberiya Merkezî
Hikumeta merkezî, têkiliyên ji derve yên federasyonê, karên federasyonê yên wekî parastin, bazirganiya navneteweyî û polîtîkayên aborî yên giştî bi rêve dibe. Hikumeta federal ji aliyê serok û alîkarekî wî ve tê meşandin. Kesê ku alîkarê serok e di heman demê de serokwezîr e. Konseya neteweyî ya federal ku organa qanûnsaz e, ji berdevên îmaratan pêk tê.
Rêveberiya Xwecihî
Her îmarat di nava xwe de serbixwe ye. Hêza wê ya polîs, sîstema wê ya perwerde û polîtîkayên wê yên ekonomîk hene.
Parvekirina Çavkaniyan (dewlemendiyên binerd û sererd)
Beşeke mezin a barê fînansî û ekonomîk ê federasyonê, Ebû Dabî û Dûbaî hildigire li ser xwe. Îmaratên din jî bi desteka ku ji hikumeta merkezî digin debara xwe dikin.
Federasyon, ji îmaratên nîvserbixwe ku li derdora merkezeke xwediyê sîstema makezagonî, bi şiklekî neşidiyayî hatine cem hev pêk hatiye.
Dûbaî
Dûbaî, bi moraşiyeke kevneşop tê birêvebirin. Ev sîstema rêveberiyê, kevneşopiya Şêxitî û pêkanînên rêveberiyên modern digihîne hev. Emîrê heyî yê Dûbaî’yê di heman demê de serokwezîr û alîkarê serokê Îmaratên Yekbûyî yên Ereb e. Konseya îcrayê ya Dûbayiyê, bi feraseta rêveberiyê ya bingehîn a Îmaratê, di navbera saziyên di Îmaratê de tewazinekê çêdike. Sîstema jiyanê û hiqûqê ya Dûbayiyê, hem ji hiqûqa Îslamê (şerîat) û hem jî ji hiqûqa rojavayî bi bandor bûye. Ji ber vê yekê mehkemeyên sivîl û şerîatê hene. Dûbaî, di nava Federasyona Îmaratên Yekbûyî yên Ereb de bi xweseriya xwe ya ekonomîk, hiqûqî û rêveberiyê îmaratek e ku balê dikişîne li ser xwe.
Şiklê Rêveberiya Îraqê
Avaniya federal, li ser bingeha herêmên coxrafîk hatiye avakirin, lê ev herêm di heman demê de li gorî taybetmendiyên etnîkî û mezheban hatine rêkûpekirin. Kurd, li aliyê bakur ku Kurd zêde lê hene, di binê sîwana rêveberiya herêmî ya Kurdistanê de xwediyê xweseriyeke berfireh in. Kurd, li vê herêmê hikumet, parlemento û hêzên xwe yên leşkerî kontrol dikin.
Hikumeta merkezî, di asteke mezin de ji aliyê Erebên Şîa ve tê birêvebirin. Herêmên Sûnî, li cem hikumeta merkezî, xwediyê hevkariyeke hê sînordar e û dem bi dem jî daxwazên xwe yên cudabûnê tînin ziman.
Xweseriya Xwecihî
Şiklê federal ê Îraqê, di asteke mezin de derfetê dide ku herêm di karûxebata xwe ya hindurîn de bi awayekî serbixwe tevbigerin. Başûrê Kurdistanê mînaka vê ye. Li herêmên din jî, rêveberiyên xwecihî xwediyê heqê xweseriya hê sînordar in. Qadên wekî polîtîkaya ji derve û parastinê, di binê kontrola hikumeta merkezî de ne. Lê tenê herêma Kurdistanê pirî caran têkiliyên serbixwe yên dîplomatîk çêdike.
Xweseriya Başûrê Kurdistanê, xwediyê hikumet, parlemento û hêzên xwe yên çekdar e. Di mijarên wekî perwerde, tendirustî, çand, aborî, projeyên binesazî de bêyî ku destwerdana hikumeta merkezî hebe dikare biryarê bigire. Hikumeta merkezî ya Îraqê, bi taybetî li herêmên bi piranî Şîa ne, xwediyê kontroleke hê mezintir e. Rêveberiyên xweser ên li van herêman, wekî li Başûrê Kurdistanê, ne serbixwe ne û girêdayî bi biryarên hikumeta navendî ne. Herêmen bi piranî Sûnnî û Şîa, wekî li Başûrê Kurdistanê, ne xwediyê statûyeke xweser a fermî ne. Li van herêman, hê zêdetir bi rêya walî û meclîsên xwecihî yên ku ji aliyê hikumeta merkezî ve tên diyarkirin rêveberî tên meşandin.
Ev ferqûcudahî, di asteke mezin de ji têkoşîna dîrokî û siyasî ya Kurdan çavkaniya xwe digire. Kurdan, piştî şerê Kendavê yê 1991’an xweseriya fîilî bi dest xistine û ev rewş heya bi 2003’an, bi temamî 12 salan berdewam kiriye. Piştî ku Sedam hilweşyaye jî gihaştiye statûyeke makezagonî. Kurdên Başûr, rûxmî ji derve hatin hiştina civakî û sîstemê û paşde hiştina ji aliyê ekonomîk ve, ji ber têkoşîna meşandine wekî endamên bingehîn ên sîstema federal hatine qebûlkirin.
Sûdên Sîstemên Federatîf
- Birêvebirina Ferqûcudahiyan:
Sîstemên federatîf derfetê didin ku ferqûcudahiyên (rengîniyên curbicur) etnîkî, elaqadar bi zimanan û çandî, werin birêvebirin. Ji ber aştiya çandî, rêz girtina li hev, parvekirina adilane, derfetên wekhev û îradeya xwe birêvebirinê, welat dibin xwediyê dîmeneke kolektîvîst.
- Hêza Rêvebir a Xwecihî:
Rêveberiyên Herêmî, dikarin pêwîstiyên xwecihî hê bi lez bibersivînin. Dema ku ev li ser geşedanên xwecihî û întiyaca welat bandora xwe dike, di encamê de di xwe gihandina derfetan de wekhevî û aştiya di nava gelan de û di çanda lihevkirinê de bi pêşketin çêdibe, nêzîkbûnên hikumkirinê sînordar dibin. Dîsa ji bo ku nîvenga reqabetê ya demokratîk a di navbera kes û grûban de bi pêş bikeve, şertûmerc xweş dibin, hem jî ji bo ku qebiliyeta çandî ya kesan bi pêş bikeve zemîn çêdibe.
- Îstiqrar:
Di civakên ku ferqûcudahiyan dihewîne de dibe ku ji aliyê zanebûna demokratîk û jiyana bi hev re de hêsanî çêbibe. Asta rêveberî û tevlîbûnê ne tenê hilbijartinan dide pêş. Welatên ku lê rêveberiyên wisa hene, bi asta taybetmendiyên xwe yên wekî hêza kontrolê ya civakê, heqên wekhev, heqên welatiyan û ewlekariya wan, asta etîk û şefafbûnê, welatên mînak in.
- Bawerî, çand, kêmarên neteweyî û olî, perwerde û zimanên heyî dikevin binê ewlehiya makezagonî û dibin nîşaneyên pêşketîbûnê. Ji ber heqê xwe yê xwe îfadekirin, îbadet û xwe rêxistinkirinê, rêjeya wan a tevlî rêveberiyê bûnê bi hêz dibe.
Konfederalîzma Demokratîk, Li Sûriyê Modeleke Siyasî Ya Nû Ye
Rejîma Baas’ê ya 61 salan, ji ber feraseta xwe ya rêveberiyê ya yekperest, merkezî û neteweperest bûye rejîmeke zextê û otorîter. Şerê navxweyî, ji ber van polîtîkayên wê yen zextê bi pêş ketiye. Malwêraniya ku ji ber şerê navxweyî li Sûriye derketiye holê, hilweşîna dîrokî ya rejîma Baas’ê, kûrbûna nakokiyên di navbera grûbên etnîkî û olî de, neçar kiriye ku di pêkhateya siyasî ya welat de guherîn û veguherîneke bingehîn çêbibe. Aşker ye ku feraseta merkezî û yekperest a netewe-dewleta heyî, bi rastiyên civakî, çandî û coxrafîk ve li hev nake. Ji ber vê yekê, sîstema federatîf/kanton ku rêngîniyên curbicur ên li Sûriyê û heqên dîrokî yên gelan nas dike, lazim e wekî modeleke rêveberiyê ya nû were nîqaşkirin. Bi taybetî konfederalîzma demokratîk, ku wekî pêşniyareke çareseriyê ya di merkeza wê de civak heye, ferqûcudahiyan diparêze û xwe dispêre rêveberiyên xwecihî, balê dikişîne li ser xwe.
Di civakên wekî Sûriyê yên pir etnîk û bawerî hene de modelên merkezperest ên dewletan, di dîrokê de ji bo ku ferqûcudahiyên civakan di binê zextê de bihêlin, ferq û cudahiyan tine bihesibîn û civakê bê îrade bikin hatine avakirin. Şiklên wisa yên dewletan, timî bûne navendên pevçûnên navxweyî, asimîlasyon û îsyanê, û bûne navendên pirsgirêkên aştî, îstiqrar û ewlekariyê, bûne çavkaniya pirsgirên ku dawî lê nayê. Her wiha şiklên wisa yên dewletên merkezî, bi piranî ji bo ku civakê di binê kontrolê de ragirin, dewlemendiyên çandî û etnîkî wekî gefek bin dîtine.
Sîstemên merkezperest û yekperest, bi piranî hewl didin ku civakê di nava nîvengeke homojen de ragirin û tenê li yek li merkezeke hakim a hegemon girêbidin. Ev feraset îradeya azad a civakan nasnameya wan a pirrengî red dike û hewl dide ku wan li derdora tenê yek îdeolojiyê yan jî yek çandê bike yek. Bişaftin û şidet, rêbazên vê yên sereke ne. Lê rûxmî ku konfederalîzma demokratîk, otorîteya merkezî red nake, ji bo ku civak bi nasnameyên xwe, bi baweriyên xwe û bi çandên xwe bi şiklekî azad bijîn, têkoşîn dimeşîne û vê ferasetê dide pêş. Di vê modelê de, li şûna merkeziyetê, bi terza koordînasyona di navbera rêveberiyên xwecihî de û heqê tevlîbûn û temsîla wekhev di rêveberiya neteweyî ya konfederal de, xwe bi rêxistin dike.
Ji ber vê rewşa nerm, ew derfet derdikeve holê ku civakên heyî bêyî ku heqê xwe bi rêvebirinê binpê bikin, di çarçoveyeke giştî de biryarên hevbeş bigirin. Konfederalîzma demokratîk, ne tenê ji bo herêmekê, hemû rengînî û dewlemendiyên civakî û çandî yên welêt qebûl dike. Ev jî, wê bingêhê datîne ku komên etnîkî yên curbicur, bawerî û çandên curbicur xwe îfade bikin.
Demokrasî, ne tenê bi hilbijartinê, ji bo ku her grûb-kom îhtiyac û daxwazên xwe yên xwecihî pêşwazî bikin, bi heqê xwe yê avakirina şiklên rêveberiyê hê jî manedar dibe. Her herêm dikare mijarên wekî rêveberî û qanûnên xwe yên hindurîn, ewlehiya hindurîn, perwerde, tendirustî û ekonomiyê diyar bike. Di heman demê de ji bo hemû Sûriyê mecliseke hevbeş yan jî organa koordînasyonê tê avakirin. Ev organ, wê li ser îhtiyacên hevbeş ên rêveberiyên xwecihî yên cuda nîqaş bike, lê dîsa jî wê her herêm, xweseriya xwe biparêze, di vê mijara şirîk de biryaran bigire.
Sûriye, ji aliyê etnîk û olî ve pir zêde dewlemend e. Di modelek ku vê dewlemendî û curbicurbûnê dihewîne ya demokratîk de, her grub dikare bi azadî nasnameya xwe îfade bike. Dema ku Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen, Elewî û Durzî û hwd. rêveberiyên xwe yên xwecihî ava dikin, di heman demê de wê di rêveberiya giştî ya Sûriyê de bibin xwediyê heqê gotinê yê şirîk. Di modeleke bi vî şiklî de ti grûb, nikare li ser grûbên din hegemonyaya xwe ava bike, lê fêmkirina hev, hevkariya bi hev re ya di navbera grûbên cuda de bingeha her tiştî ye.
Modela demokratîk konfederal ku ji bo pêşeroja Sûriyê hatiye pêşniyarkirin, ne tenê ferqûcudahiyên coxrafîk yan jî etnîkî qebûl dike, di heman demê de rêngîniya çandî û olî ya hemû civakan jî qebûl dike.
Ev model, ji bo ku di navbera civakan de hê zêde wekhevî çêbibe, hê zêde azadî û hê zêde rêveberiya hevbeş çêbibe derfeteke girîng e.
Konfederalîzma demokratîk, ji tahakûma sîstemên merkezî xwe dide aliyekî û xweseriya her herêmê nas dike; qadeke nerm a koordînasyonê diafirîne ku hemû Sûriyê bi hev re karibe bijî. Di vê modelê de, hemû civat, xwediyê wê azadiyê ne ku bi nasnameyên xwe bijîn û di heman demê de wê derfetê bi dest dixin ku ji bo Sûriyeke hevbeş û şirîk jî, bi hev re tevbigerin. Di encamê de, di giştiyê Sûriyê de sîstema konfederal demokratîk, pêkhateyek ku gelên heyî xwe îfade bikin, wekhevîxwaz û azad çêdike.”