MÜNSTER – Ji bi ku bal bikşînin li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê di zaningeha Münsterê de li Almanya xwendekarên kurd îro semînerek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê li dar xistin.
Janosch Tries ê ku weke rojnamevanek demekî li Rojava bû behsa rewşa sûrî û Rojava û metirsiya bi hatina HTŞ li ser desthilatdarî kir. Di vir de Tries taybet behsa derketina HTŞ kir ê ku di dîrokê de di bin navê islamê de gelek êrîşen dij mirovahiyê kir.
Tries di berdewamiya axaftina xwe de behsa rola tirkiyê di avakirina rejîma nû di bin jolanî kir. “Gelek siyasetmendar û komûtan ê ku di paşerojê de sûçên mirovahiyê weke qetilkirina Şehîd Hevrîn Xelef pêk anîn û îro hatin ser desthilatdarî, di zaningehên tirkiyê de hatin perwedekirin.”
Tries bal kişand li ser rola dîrokî ya Rêber APO ê ku ji bo hemû pirsgirêkan taybet di rojhilata Navîn de dikare bibe careserî.
Di dawiya semînerê de guhdaran pirsên xwe û nirxandinên xwe li ser rewşa heyî anîn ser ziman.