NAVENDA NUÇEYAN- Hêzên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan firoşkarên tiryakê yên li Wanê û amûrên leşkerî û îstixbaratê yên li Amedê kirine hedef.
MAK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got, “6’ê Sibatê saet 11.00’an hêzên me li qada Apê Mûsa ya navçeya Licê ya Amedê teknîka dagirkeran hedef girtin.”
MAK’ê got, “Kamera û sensorên deng ên dagirkeran li qadên gerîla bi cih kiribûn, ji aliyê milîsên me ve hatin tespîtkirin û îmhakirin. Di encama çalakiyê de 2 kamera, 2 sensorên deng û 2 panelên enerjiyê hatin rûxandin. Bi vê çalakiyê em hevrêya xwe fermandara HPG’ê Eylûl Amed (Murat Ûçer) ê di 1’ê Sibata 2018’an de nemir bû bi bîr tînin û berxwedana gerîlaya azadiyê silav dikin.”
Di daxuyaniyê de der barê çalakiya li Wanê de ev tişt hatin gotin: “Milîsên me di 2’ê Sibatê de li Taxa Xaçort a navçeya Îpekyolu ya Wanê li dijî tiryakfiroşan bi teqemeniya bombebarkirî çalakiyek li dar xist. Milîsên me kesên ku di wesayitekê de tiryak dikirin, bi teqemeniya xwemalî hedef girtin.”
Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO jî hate şermezarkirin û hat gotin, “Em bang li hemû gelê xwe û milîsan dikin ku bi ruhê gerîlayên azadiyê û berxwedana Tişrînê têkoşînê bilind bikin û li dijî hêzên komploger û dagirker şerê rûmetê berfireh bikin.”