NAVENDA NUÇEYAN- Akademiya Zanista Cîvakî nivisand:
Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!- III
Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!- II – Nûçe Ciwan
“Taybetmendiyên Esasî Yên Rejîmek Konfederal A Demokratîk, Dibe Ku Ev Bin:
Meclisa Sîwanê ya Hevbeş:
Meclîseke sîwan a wisa ye ku temsîla kantonên cuda dike û di mijarên wekî polîtîkaya ji derve, parastin û bazirganî de koordînasyonê çêdike.
Bihêzkirina Rêveberiyên Xwecihî:
Kanton û hwd. di karûxebatên xwe yên wekî karê hindurîn de bi temamî serbixwe ye û polîtîkayên xwe yên herêmî diyar dike.
Azadiya Jinê û Tewazina Ekolojîk:
Rola jinan a di civakê de tê xurtkirin, rêxistinbûna xwe ya xweser û sîstemên xwe yên demokratîk û polîtîkayên ku li pêşberê pirsgirêkên ekolojîk hesas in, bi pêş dixin.
Konfederalîzma demokratîk, sîstemek wisa ye ku xwe dispêre bingeha demokrasî û rasterast tevlîbûna gel. Demokrasiya radîkal, azadiya jinê û domdariya ekolojîk stûnên esasî yên vê modelê ne.
Bi zeyifbûna otorîteya merkezî, li şûna dewleteke merkezî, avaniyek ku tê de rêveberiyên xwecihî derdikeve li pêş, tê înşaakirin.
Sîstema Koordînasyonê ya Konfederal Demokratîk
Li şûna Rêveberiya Merkezî, Koordînasyona Nerm (esnek)
Konfederalîzma demokratîk, otorîteya merkezî red nake lê wê sînordar dike û li gorî îhtiyacên xweser ên civatên cuda cuda, modeleke koordînasyonê ya nerm pêşniyar dike. Ji ber vê yekê, sîstema federatîf ku faktorên etnîkî, bawerî û coxrafîk esas digire bi rêxisin dike.
Kongreya Gelan û Meclisa Temsîlkaran (berdevkan)
Kongreya gelan, wekî meclisek ku tê de rengîniya etnîkî, bawerî û çandî di asta neteweyî de temsîla xwe dibînin, dixebite.
Meclîsa temsîlkaran (berdevkan) jî, di asta neteweyî de kanton û rêveberiyên xweciyî yên herêman koordîne dike. Yan jî modela sîstema ku vê gavê di sîsteme xweser a demokratîk de bi rêxistin bûye, tê pêşxistin.
Organeke (sazî-dezgehek ) koordînasyona neteweyî ku tê de berdevkên hemû kantonên xweser û herêmên xweser tên cem hev, tê çêkirin. Ev avanî, karûxebatên wekî polîtîkaya ji derve, ewlekarî û ekonomî ku di asta neteweyî de ne diyar dike.
Rayeyên Rêveberiyên Xwecihî (kanton, eyalet, avaniyên xweser û sîstemên federatîf)
Mijarên wekî ewlekariya hindurîn, perwerde, tendirustî, zîreat, enerjî bi temamî di binê berpirsiyariya rêveberiyên xwecihî de dibin.
Rûxmî ku artêşa neteweyî heye, di şiklê rêxistinbûna artêşê de şiklê rêxistinbûneke nû tê pêşxistin. Ji bo ku etnîsîte û bawerî bikevin binê ewlehiya makezagonî û derbasbûna demokrasiya temam were çêkirin, divê hêza parastina cewherî hebe. Lê divê ev ji yekbûna fermandariya artêşa neteweyî û fermandarên herêmî were çêkirin. Ji vê paşde gav nayê avêtin.
Terkîba Modela Konfederal Demokratîk Li Sûriyê (Rengîniya Coxrafîk, Etnîkî Û Çandî)
Sîstemeke konfederal demokratîk, bi liberçav girtina pêkhateya pir çandî û rastiyên heyî li Sûriyê, wekî ku bibe sedema ku taybetmendiya coxrafîk li pêş be, bi terkîbek ku xwe dispêre dewlemendiyên etnîkî, bawerî û çandî dikare were înşakirin. Ev model, li şûna otorîteya merkezî, bi sîstemeke koordînasyona nerm (esnek), dike hedef ku rengîniya civakî were parastin û xweseriya rêveberiyên xwecihî xurt bibe.
- Yekeyên Rêveberiyê Yên Li Ser Bingeha Coxrafîk Ava Dibin(kanton, avaniya federatîf, eyalet, xweserî)
Herêmên cuda yên Sûriyê, dikare li gorî taybetmendiyên coxrafîk û çêbûna wê ya demografîk û li gorî rêngîniyên çand û baweriyan, dabeşî yekeyên rêveberiyê (xweser, federatîf, kanton, eyalet) bibe. Divê her herêm li gorî taybetmendiyên xwe yên dîrokî, çandî û demografîk wekî federasyon yan jî herêmên xweser were înşakirin.
Rojhilatê Sûriyê
Li coxrafyaya berfireh a li rojhilatê Firatê, bajar û navçeyên wekî Reqqa, Tebqa, Kobanê, Girê Spî, serê Kaniyê, Hesekê, Qamişlo û Dêrik wekî kantonên xweser yan jî wekî şiklên din ên rêveberiyê tên organîzekirin. Wekî “Konfederasyona Demokratîk a Firatê” yan jî wekî “Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê” dikare were pênasekirin.
Lazkiye û Tartûs
Ev herêmên ku civata Elewî zêde lê dijîn, li ser esasê çand û baweriya xwe, şiklê rêveberiya xwe diyar dikin û ava dikin.
Cebel-î Durzî
Li herêma ku gelê Durzî zêde lê dijîn, modeleke xweseriyê ku xwe dispêre kevneşopiya civaka wî gelî yan jî modeleke din tê pêkanîn.
Eger gelê Ereb ên Sûnî, di vê çarçoveyê de werin bicihkirin, herêma ku ew lê herî zêde dijîn, derdora Hama, Humus û Şamê ye.
- Ji Bo Sûriyê Esasên Sîstema Federatîf Ku Xwe Dispêre Bingeha Coxrafîk
Ev model, li gorî herêmên cuda yên Sûriyê, taybetmendiya wê ya coxrafîk û têkiliyên dîrokî û çandî, xwe dispêre avaniyên federatîf. Her herêma federatîf, wekî derfet bide ku civatên etnîkî û baweriyê yên di nav de dijîn temsîla xwe nîşan bide, xwe birêxistin bike û di heman demê de çarçoveyek ku di asta neteweyî de yekîtiyê biparêze pêşkeş dike. Her herêma federatîf, li gorî taybetmendiyên xwe yên coxrafîk şikil digire û li ser çavkaniyên xwezayî yên wekî enerjî, av, zexîre û çavkaniyên din ên xwezayî jî, wê bibe heqê rêveberiyê. Bi şiklekî adilane bi karanîna van çavkaniyan, destekê dide geşedana xwecihî û wê bi mekanizmayeke di asta neteweyî de were bi rêvebirin.
Federasyona Elewiyan (Lazkiye û Tartûs)
Ev avaniya federatîf, wê herêmên ku Elewî zêde lê dijîn ên wekî Lazkiye û Tartûsê bigire nava xwe. Lê civata Sûnî, Krîstiyan û civatên din jî rêxistinbûna xwe ya navxweyî wê bi şiklê meclisan bi pêş bixin, di nava meclisa federatîf de jî li gorî kotayên ji wan re hatine dayin xwe temsîl bikin. Federasyona Elewiyan, wê bi taybetî ji xwe re bike hedef ku bi parastina azadiya bawerî û çandî, civakên din bi şiklekî wekhev temsîla xwe bikin. Ev herêm ji aliyê çavkaniyan ve bi taybbetmendiya xwe ya coxrafîk ku xwe digihîne Behra Spî, xwediyê girîngiyeke stratejîk e. Bendera Tartûsê ji bo bazirganiya navneteweyî bi roleke merkezî radibe, araziyên çandiyê yên li herêmê û masîvanî, stûneke din a ekonomiyê ye.
Federasyona Rojhilatê Firatê (Bakur-Rojhilatê Sûriyê)
Ev herêma ku gelên curbicur ên wekî Kurd, Ereb, Suryanî, Ermen bi hev re dijîn, wê bibe federasyonek ku xwedispêre rêgeza konfederalîzma demokratîk. Qadên ku şêniya Kurd lê zêde dijîn, wê bibin xwediyê rêveberiyên xwe yên xweser; civakên Ereb, Suryanî û civakên cuda jî wê karibin organên xwe yên rêveberiyên xwecihî çêbikin. Meclisên hevbeş ên li herêmê, wê tevlîbûna hevbeş a hemû beşên civakî bixin binê ewlehiyê. Ji aliyê çavkaniyan ve, yanî ji aliyê petrol, rezervên xaza xwezayî û zîreatê ve yek ji herêmên herî dewlemend ê Sûriyê ye. Di heman demê de çemê Firatê, ji bo herêmê ji aliyê zîreat, av û hilberîna enerjiyê feydeyeke mezin dide. Enerjiya li herêmê, ne tenê wê destekê bide geşedana herêmê, wê di nava federasyonan de were parvekirin û ekonomiyeke neteweyî were înşakirin.
Federasyona Durziyan (Sûriya Başur, Siweyda)
Siwêyda û derdora wê ku Durzî zêde lê dijîn, wê bibe merkeza vê federasyonê. Gelê Durzî li aliyekî wê bawerî û çanda xwe bi azadî bijî, li aliyê din wê grûbên din ku li herêmê dijîn jî, bibin xwediyê heqê xwe temsîlkirinê û xwe bigihînin derfeta rêxistinbûna xwecihî. Siwêyda jî herêmek wisa ye ku bi taybetmendiya xwe ya erdên xwe yên zîreatê û bexçeyên xwe yên fêqiyan derdikeve li pêş. Di heman demê de potansiyela wê ya enerjiya rojê jî zêde mezin e. Federasyona Durziyan, wê li aliyekî ji bo ku îhtiyacên ekonomîk ên civaka herêmê pêşwazî bike, çavkaniyên zîreatê û çavkaniyên enerjiya dikare were nûkirin bi kar bîne û ji aliyê din ve jî ji bo ku çavkaniyên avê yên li herêmê werin birêvebirin, tevlî mekanîzmaya hevkariyê ya neteweyî bibe.
Federasyona Şam û Derdorê Wê
Şam hem ji aliyê coxrafîk ve û hem jî ji aliyê çandî ve di nav dilê Sûriyê de cihê xwe digire. Şêniya Sûnnî-Ereb ku li Şam û derdora wê zêde kom bûye, wê merkeza vê federasyonê pêk bîne, lê dîsa jî wê heqê temsîlê yê grûbên curbicur ên bawerî û etnîkî jî were pêkanîn. Ji ber ku payitext e, di çêkirina koordînasyona di navbera federasyonan de wê Şam bi roleke girîng rabe. Herêm bi sektora xwe ya bazirganî, sinayî û xizmetê wekî dilê ekonomîk ê Sûriyê ye. Federasyona Şamê wê li aliyekî di asta neteweyî de bi rola koordînasyon (koordînasyona nerm) û merkezbûnê rabe, di heman demê de wê rêveberiya çavkaniyên avê (çemê Barade) bi şiklekî adilane bi rêve bibe.
Rêveberiya Xwecihî û Meclisên Hevbeş
Her herêma federatîf, wê li gorî xweseriya coxrafyaya xwe sîstemeke rêveberiya xwecihî bi pêş bixe. Ev sîstemên rêveberiyê, wekî ku xwe bispêrin temsîla hevbeş a gel û baweriyên curbicur ên li herêmê, wê meclisa herêmê ava bikin.
Meclisên Hevbeş
Meclis, wê wekî ku hemû civatên di nava federasyonê de bi şiklekî wekhev tê de werin temsîlkirin, werin çêkirin. Biryarên ku di van meclisan de têne girtin, wê di encama tevlîbûna berfireh û lihevkirinê de werin diyarkirin.
Xweseriyên Xwecihî
Her civat, wê bibe xwediyê wî heqî ku ji bo ziman, çand û baweriya xwe saziyên serbixwe ava bike. dîsa her qad, li gorî etnîsîte, bawerî û şêniya xwe ya çandî meclisa xwe ya xwecihî çêbike lê di nava meclisên xwecîhî yên qadê de jî, jê re derfet were dayin ku bawerî û çanda xwe jî di asteke wekhev de tevlî bike.
Di Asta Neteweyî De Koordînasyona Federasyonan
Hewce ye hemû federasyon li ser esasê ku di mijarên ku hemû Sûriyê eleqadar dikin de hevkarî bikin û biryarên hevbeş bigirin, meclisek konfederal a neteweyî çêbikin. Wezîfeyên esasî yên vê meclisê ew e ku di mijarên stratejîk ên wekî polîtîkaya ji derve, parastin û enerjiyê de koordînasyonê pêk bîne; pirsgirêkên muhtemel ên ku di navbera federasyonan de derbikevin çareser bike û yekîtiya giştî ya welêt biparêze.
Rêvebirina Çavkaniyên Enerjî û Ekonomiyê
Her federasyon, ji beriya her tiştî ji bo îhtiyacên gelê xwecihî pêşwazî bike, wê çavkaniyên xwezayî yên li herêmê bi kar bîne. Lê ev çavkanî, wê bi rêya mekanîzma meclisek di asta neteweyî de li gel federasyonên din jî werin parvekirin.
Hewza Enerjiyê ya Hevbeş
Hemû çavkanî, wê di navbera federasyonan de bi şiklekî wekhev werin parvekirin. Wê ev parvekirin, ji aliyê meclisa federasyona neteweyî ve bi şiklekî şefaf were kontrolkirin. Wê ji bo herêmên ku di dema rejîmê de ji parvekirineke wekhev bê par mane û paşde mane, nêzîkatiyeke pozîf were bipêşxistin.
Parvekirina Qezencên Madî
Qezencên madî ku federasyonan ji bazirganî, enerjî û zîreatê bi dest xistiye, wê biçin ji bo projeya geşedanê ya hevbeş ya di asta neteweyî de.
Fonên Geşedanê yên Xwecihî
Her federasyon, ji bo ku jêre binesaziya xwe ya xwecihî xurt bike, xizmetên perwerde û tendurustiyê bi pêş bixe çavkaniyên xwe yên ekonomîk bi kar bîne.
Meclisa Federasyonê ya Neteweyî û Koordînasyona Çavkaniyan
Rêveberiya (çavkaniyên enerjî û ekonomîk, ji aliyê meclisa federasyonê ya neteweyî ve were koordînekirin. Ev meclis, wê ji temsîlkar-berdevkên federasyonan çêbibe û wezîfeyên li jêrî bigire li ser milê xwe:
-Çavkaniyên enerjiyê di navbera federasyonan de bi şiklekî adilane parve dike.
-Plansaziya projeyên jêre saziya hevbeş dike û fînansmana hewce peyda dike.
-Koordînasyona bazirganî û têkiliyên navneteweyî dimeşîne.
wê berdewam bike…