Di çanda civakên Rojhilata Navîn de gerandina Bûka Baranê yek ji kevenşopiyên qedîme ku di nav civaka Êzidî de jî ev çand zindî ye. Ji bo ku baran bibare, zarokên Xanesorê li hev kom bûn û Bûka Baranê mal bi mal gerandin.
Li Şengalê îsal li gor salên din baran kêm bariya û ev jî dibe sedema hişkesaliyê. Ji ber ku gelê herêmê piraniya wan li ser xwedîkirina pez û çandiniyê debara jiyana xwe dikin, ji ber kêmiya baranê zirareke mezin ber wan dikeve.
Di salên ku baran dereng dikeve de, weke çandekê ku heya niha di nava civakê de maye çanda bûka baranê ye. Di nava gelê Kurd de gelek nav li bûka baranê hatine kirin. Di nava Êzidiyan de jî Bûka Baranê weke Qirdikê Qirdoş tê binav kirin.
Bûka Baranê
Bi taybet zarok û gelek caran jî kesên mezin jî li hev kom dibin û bi daran bûkekê çêdikin, cil û bergên mirovan li ber dikin. Du kes bi herdû destên bûkê digirin û hemû kesên din jî li pey wan, mal bi mal digerin.
Dema girseya zarokan digihe ber malan, hemû zarok dibêjin ‘Qirdikê Qirdoş, Sîtil û Beroş, Mehme Reşa loda kayê hilweşîne, paya qirdik vir de bîne. Serê malê binê malê xwedê kurek bide kevaniya malê.’’ Dema zarok van gotinan dibêjin kevaniya malê derdikeve ber derî, tasek av bi ser wan de dirijîne û paya Qirdik ku ji erzaqê hişk ên mîna nîsk, nok, ard û hwd… pêk tê didin wan zarokan.
Zarokên Xanesora Şengalê jî ji bo ku baran bibare, duh bi şev li nava malan geriyan û Qirdikê xwe gerandin. Zarokên ku qirdik digerandin ji aliyê civakê ve bi germî hatin pêşwazîkirin ku yek ji kevneşopiyên civakê berdewam dikin.