HESEKÊ – Ber bi salvegera komploya navnetewî de deng dayîna gel zêde dibin ku derbara van deng dayînan de Rêveberîya Hîlala Zêrîn ya Hesekê Sîmav Abdî û Endama Hîlala Zêrîn Sabîha Mihemed ji ajansa me re axivîn.
Komploya navnetewî ku sala xwe ya 26. de hê jî bi awayekî hovane berdewam dike di rojev û çalakîyên hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê de ye. Ji ber vê yekê Jinên Hîlala Zêrîn komloya navnetewî şermezar kirin. Heman demê de zarokên Hîlala Zêrîn jî ji bo dengdayîna Pêngava Azadî ya Kurevî ango Pengava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ stranên xwe wek peyam ji hemû cîhan û bi taybetî hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê re şandin.
Rêveberîya Hîlala Zêrîn ya Hesekê Sîmav Abdî dîyar kir kû êrîşa li ser Rojava de dewleta Tirk armanç dike ku îradeya gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê, bi taybeti gelê Kurd bişkîne. Û got ”Dema Bendava Tişrînê ji destê me biçe, wê metîrsîyên pir mezin di nav gelê Bakur û Rojhilata Sûrîyê de çêbibe. Komkujîyek pir mezin wê li ser gel de bê kirin.” Di dawîya axaftina xwe de destnîşan kir ku ciwan, gelê Ereb, Suryan û Asur tevlî çalakîya ku li bendavê tê kirin bibin, piştevanîya QSD bikin da ku bendava ji dest neçe û gel komkujîyên hovane re rû bi rû nemîne.
Endama Hîlala Zêrîn Sabîha Mihemed dîyar kir ku meha Sibatê ji bo Kurdan û ji bo hemû gelên aştîxwaz rojek reş e, û vê rojê şermezar dikin. Berdewamîya axaftina xwe de da xuya kirin ku Serok Apo jin azad kirîye, derfetên herî mezin ji bo jinan ava kirîye û got ”Serok Apo temsîlîyeta azadîyê ye lê îro bûye mehkuma azadîyê. Tiştê herî giran ji bo me ev e ku em ji Serok Apo dûr in. Lê herdem û her wext emê kêlî bi kêlî di nav xebata bin, di nav çalakîya de bin, ji bo ku Serok Apo jîyan û azadî da me.”
Sabîha Mihemed destnîşan kir ku ev şoreş bi ciwanan destpêkirîye û bi ciwanan re jî bi dawî bibe û got ”Ciwan mertalên zindî ne, pêşengên vê şoreşê ne. Bila tu carî xwe ji vê şoreşê dûr nexînin, hêvîyê herî mezin di nav vê şoreşê de hene. Em gihaştine xeleka dawî, di nav vê xelekê de hebûn û tunebûna Kurda heye. Berê me digot ‘yan mirin yan jîyan’, niha em dibêjîn ‘yan jîyan yan jîyan’, ev şîara me ye.” Di dawîya axaftina xwe de jî dîyar kir ku serkeftinên ku bi berdeldayîn û bi xwîna şehîdan hatîye avakirin dest bernedin, ciwan di hindirê şoreşê de sereke ne û heya dawîyê wê têbikoşin.
Zarokên Hîlala Zêrîn deng û awazên xwe ji bo azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bilind kirin. Û wan dîyar kir ku ewê her li ser şopa avakera azadîyê de bin.