HESEKÊ – Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajara Hesekê bi şîara “Bi Tekoşina Jinên Ciwan Emê Diwarên Îmraliyê Hilweşînin Bi Rêber Apo Re Azad Bijin” hat li dar xistin.
Li ser asta kantona Hesekê Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlîbûna dehan jinên ciwan pêk hat. Komxebat bi yek deqqe ji bo şehîdên têkoşîna azadîyê rezgirtin destpê kir.
Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê Endama Kongra Star Berçem Derik kir. Berçem Dêrîl di axaftina xwe de dîyar kir ku çawa ava nasekine û hemû qirêjîyan pak dike, pêwiste jinên ciwan jî wekî avaê biherikin û hemû qirêjîyan pak bikin. Dûre destnîşan kir ku ji bo xurtkirina destê Serok Apo pewistîya bilindkirina têkoşînê heye û got ”Ger îro jinên ciwan destkeftîyên ku jin afirandin xwedî lê dernekevin û li hember hişmendîya qirêj şer nekin parastina Şoreşa jinê jî mimkûn nîne. Ji ber vê yeke hemû jinên ciwan ya Kurd, Ereb, Asur, Suryan û Ermen mil bidin hev û serkeftina jinê misoger bikin”
Sinevziyona ku di derbare Salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku Rêber Apo dil hat girtin amade kiribûn, hat temaşe kirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyone niqaşên li ser rol û mîsyona jinên ciwan ji bo têkbirina komplo pêwiste çawa be hat pêşxistin. Jinên ciwan di nîqaşên xwe de dîyar kirin ku Komploya Navnetewi ger bi pêşengîya jînên ciwan neyê rawestandin û têkbirin wê hişmendîya baviksalar ku dixwaze jinan ji jîyanê qut bike berdewam bike. Heman demê de anîn ser ziman ku azadî û li xwe vegerandina jinên ciwan encax bi paradigmaya Rêber Apo jîyan kirin û ji bo vê tiştê têkoşîn kirin re pêkan e.
Di derbara li dar xistin û naveroka Komxebatê de encamname hat xwendin û daxuyanî hat dayîn. Di daxûyanîyê de jî hat destnîşan kirin ku bi zanêbûna dîrokî komplo vala hat derxistin û bi berxedanîya mezin aramancên komplo nehat serxistin. Di berdewamîya daxûyanîyê de hat destnîşan kirin ku Pengava Kurevî ya Azadî, Pengava ”Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî”bi destÊ jînên ciwan hat xurtkirin û wê bêhtir jî bê xurtkirin.
Komxebat bi diruşmeyên ”Bê Serok Jîyan Nabe”, ”Bijî Serok Apo” û ”Jin Jîyan Azadî” dawî bû.