AMED – Polêsên dewleta Tirk ên ku mudaxeleyî girseya meşa piştî mîtînga “Ji Aştiyê re Azadî” ya li bajarê Amedê hat lidarxistin kirin, bi zanebûn êrîşî Endamê Meclîsa Ciwanên DEM’ê Vedat Ozer kirin ku wî xwînrijiya mejî derbas kir. Ozerê ku di mejiyê wî de xwînmij hebû rakirin nexweşxaneyê.
Îro bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê azadî” mîtîngek hate lidarxistin. Piştî bidawîbûna mîtîngê, di encama mudaxeleya polîsên dewleta Tirk a faşîst ên li hemberî kesên ber bi Kolana Gevranê ve dimeşiyan, gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Endamê Meclîsa Ciwanên DEM’ê Vedat Ozer ku di êrîşê de birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcleyê.
Piştî midaxeleya ewil Vedat Ozerê ku xwînrijiya mejiyê wî hat dîtin, li beşa lênerîna giran a Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Beşa Neurolojiyê hat dermankirin.
Vedat Ozer di çalakiya 4’ê Mijdarê ya li Êlihê de bi daxuyaniya “Dîqat dîqat, ev bangdayîna gel e, şaredariyên me tavilê vala bikin” hewldana desteserkirina vîna gel şermezar kiribûn.