HESEKÊ – Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan ya bajara Hesekê bi şîara “Bi Tekoşina Jinên Ciwan Emê Diwarên Îmraliyê Hilweşînin Bi Rêber Apo Re Azad Bijin” hatibû lidarxistin de jînên ciwan Nur Abbas û Aya Xanim Hemûd salvegera komploya 15 Sibatê û têkbirina komployê de erka ku dikeve li ser milê jînên ciwan ji ajansa me re nirxandin.
Îro li bajara Hesekê Komxebata Yekîtiya Jinên Ciwan bi tevlîbûna dehan jinên ciwan pêk hatibûn. Di komxebatê de jinên ciwan xeta çalakiyê û polîtîkaya ji bo serdema pêşeroj dîyarkirin.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya welatîya Dirbespiyê Nur Abbas dîyar kir ku komxebatê yekîtiya jinên ciwan de rojava sereke roja reş ya roja 15’ê Sibatê bû. Di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi taybetî ji bo jinên ciwan erkeke ku xwedî vê şoreşê derkevin û got ”Ev şoreş di kesayeta jinê de dest pê kiriye û dijmin her tim jina ciwan dike hedef. Li ser vê bingehê em jinên ciwan beşdarî her komxebate û çalakîyan dibin. Ev çalakiya ku me îro pêk anî ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêbertiyê ye. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin. Ev komploya li dijî Rêbertiyê ne duh û ne jî îro ye, ev 26 sal in didome. Dizanin ku fikra Rêber Apo fikra herî rast e û ji me re rê nîşan dide”
Nur Abbas da xuya kirin ku neteweya demokratîk hemû gelan digre nava xwe, her gel li gorî mafên xwe diaxive û dixwîne. Dûre got ”Dijmin vê qebûl nake, yek ziman, yek al, yek zihniyeta dewletê heye, em vê qebûl nakin. Ger me ve hişmendîyê qebûl bikira, dê dewletek me hebûya. Em ne tenê ji bo azadiya xwe ji bo azadiya hemû gelan têdikoşin.”
Di dawîya axaftina xwe de got ”Yê ku ev fikir da me Rêber Apo bû. Çalakiyên me yên 15’ê Sibatê wê bidomin û bi rihê ciwanan em ê vê komployê bîn bixin. Bi hêviya ku Rêber Apo ji bo ciwan û jinan heye taybet jinen ciwan em e piştgiriyê bidin Rêber Apo. Îsal sala azadiya fîzîkî ya Rêberti Apo ye û emê bi hev re azad bijîn!”
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Aya Xanim Hemûd jî dîyar kir ku wek jînên ciwan bi armanca têkbirina Komploya Navnetewî komxebat li dar xistine. Û got ”Azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo heman demê de azadkirina hemû gelan e. Ji ber vê yekê em her çalakîyên xwe bidomînin.”