SÛLEYMANIYÊ- Bi nêzîkbûna 26. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, xwendekarên ciwan ên jin ên Zanîngeha Silêmaniyê ji bo şermezarkirina komployê xwepêşandanek li dar xistin.
Li gelek cihên derdora zanîngehê wêneyên Rêber APO hatin daliqandin. Armanca sereke ya çalakiyê ew e ku di demeke hesas a ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn de li dijî komploya navneteweyî zêdetir hişyariya xwendekaran bê kirin û balê bikişîne ser girîngiya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO.