NAVENDA NUÇEYAN- Di pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) de li Qada Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê bi dirûşmeya “Ji bo Aştiyê Azadî” mîtîngek hat lidarxistin. Zarokek jî di nav de 12 kesên ku piştî mitîngê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin hatin binçavkirin serbest hatin berdan.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê, M.S.Y. ê 15 salî. birin Midûriyeta Zarokan. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê bi biryara dozgeriyê piştî karên li midûriyeta polîsan hatin berdan.



