NAVENDA NUÇEYAN- Akademiya Zanista Cîvakî nivisand:
Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!- IV
Çareseriya herî rasteqînî li Sûriyê pergala demokratîk federal e!- III – Nûçe Ciwan
“b. Şiklên ku dewlemendiyên etnîkî tên xistin nava yekeyên rêveberiyê (Parastina Nasnameyan)
Konfederalîzma demokratîk, ji bo ku li Sûriyê hemû civat bi şiklekî azad nasnameyên xwe îfade bikin sîstemekê înşaa dike. Di astxwecihî de jî, bi qasî ku di saziyên wekî federatîf, kanton û hwd. de bi şiklekî wekhev û azad di meclisan de temsîla xwe bike, meclisên xwe ava dike.
Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çeçen li herêmên xwe rêveberiyên xwe yên xwecihî ava dikin.
Her grûba etnîkî, dibe xwediyê wî heqî ku zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe bide jiyin, bi pêş bixe û xwe bi rêxistin bike.
Têkiliyên di navbera grûbên etnîkî de, wekî ku xwe bispêrin temsîliyeta wekhev, di qada xwecihî de di saziyên federatîf de yan jî di meclisên xweser de xwe îfade dikin; dîsa di konreya gelan de yan jî di meclisên hevbeş de wekî nifûs yan jî bi şiklê kotayên bi qasî hev tên temsîlkirin. Ev sazî-pêkhate, ji bo ku pirsgirêkên di navbera civatan de çareser bikin û polîtîkayên hevbeş diyar bikin, dixebitin.
c. Tevlîbûna Yekeyên Rêveberiyê ya Pêkhateyên Pirrengî Yên Bawerî û Xistina Wan a Binê Ewlehiyê
Di makezagona esasî de azadiya grûbên baweriyê û rêgeza sekulerbûn û laîkbûnê bingeh tê girtin.
Elewî, Sunî, Durzî, Krîstiyan, Êzîdî û baweriyên din, pêkhateyên xweser çêdikin ku îhtiyacên xwe yên olî bi şiklekî azad bidin domandin.
Saziyên perwerde û civakî ku baweriyê esas digirin bi pêş dixin.
Baweriyên olî yên her civatê, bi makezagonê tê xistin binê ewlehiyê.
Pêkhateyên baweriyê, meclisên xwe bi rêdixin û heqê van meclisan heye ku di meclisên xwecihî û giştî de bi şiklekî wekhev temsila xwe bikin.
Ji bo ku têkiliyên di navbera olan de xurt bibin, di asta neteweyî de dikare “Meclisên Baweriyan” werin çêkirin. Ev meclis, baweriyên cuda tîne gel hev, diyalog û hevkariyê teşwîq dike.
d. Parastin û Bipêşxistina Dewlemendiyên Çandî, Tevlîbûna Vê Dewlemendiyê Ji Bo Yekeyên Rêveberiyê
Çandên heyî meclisên xwe bi pêş dixin û heqê van meclisan jî heye ku di meclisên xwecihî û giştî de bi şiklekî wekhev temsila xwe bikin. Heqên Çandî yên xwecihî, tên xistine binê ewlehiya makezagonê.
Her herêm, ji bo ku mîrasê xwe yê çandî bide jiyîn û bi pêş bixe, saziyên çandê yên xweser ava dike.
Mîrasê dîrokî yên Suryanan, ziman û jiyana wan a olî tê xistine binê ewlehiyê.
Nirxên Kurdan ên wekî ziman, wêje, huner û folklorê bi şiklekî azad tê jiyandin.
Jêrenasnameyên xwediyê cudahî yên çanda gelê Ereb jî têne naskirin û têne parastin.
Tirkmen, çand û mîrasê xwe yê dîrokî diparêzin , bi pêş dixin û didin naskirin.
Çerkes, nirxên xwe yên wekî ziman, çand û huner bi pêş dixin û didin naskirin.
Ji bo ku dewlemendiyên çandî di asta neteweyî de were naskirin û berbelav bibe, dikare “Konfederasyona Çandan” were çêkirin. Ev dezgeh-sazî, bernameyên perwerdeyê, projeyên veguherînê yên folklorîk û çandî organîze dike û feraseta di navber çandan de aştî û lihevkirinê bi pêş dixe.
e. Hiqûqa Xwecihî û Mehkemeyên Xwecihî
Mehkemeyên xwecihî, her pêkhateya federatîf li gorî mekanîzmaya xebata hindurîn û îhtiyacên civakî karûxebatê dimeşîne. Ev mehkeme, xweseriyên çandî, etnîkî û olî yên li wê herêmê li ber çavan digirin û bi vî şiklî edaletê pêk tînin.
Mehkemeya Bilind a Neteweyî (kontrol û şîrovekirin)
Mehkemeyeke bilind a di asta neteweyî de, lihevnekirinên hiqûqî yên cidî ku di navbera federasyonan de derketine dikare çareser bike. Dîsa, dikare kontrol û çavdêrî bike ku biryarên di mehkemeyên xwecihî yên federasyonan de hatine wergirtin, di çi astê de li gorî makezagona federal û hiqûqa gerdûnî ne. Ev wê di civakeke xwediyê pirnasnameyî de mekanîzmayek nazik ava bike, da ku hemû grûp û civak bibin xwediyê heqê wekhev.
Çareseriya Lihevnekirinê ya Neteweyî
Mehkemeyên xwecihî bi piranî pirsgirêkên di asta herêmî de çareser dikin, ji ber vê yekê ji bo ku pevçûnên hiqûqî yên di navbera federasyonan de derdikevin yan jî ji bo lihevnekirinên hê mezintir ên di navbera civatan de, divê mekanîzmayeke çareseriyê ya lihevnekirinê ya neteweyî hebe. Ev mehkeme, bêyî ku dest li birayarên mehkemeyên xwecihî werde, li ser mijara nakokiyên hê mezintir ên hewce dike di asta neteweyî de werin çareserkirin kûr dibe.
Kontrola Li Ser Heqên Bingehîn û Rêgezên Gerdûnî
Kontroleke di asta neteweyî de, ji bo ku were kontrolkirin mehkemeyên xwecihî, di çi astê de li gorî nirxên mafên mirovan û gerdûnî ne, girîng e. Her herêma federatîf dikare li gorî nirxên xwe yên çandî, sîstemeke hiqûqî ji xwe re çêbike, lê divê ev sîstem bi rêgezên gerdûnî yên wekî hêqên bingehîn ên mirov, wekhevî û azadiyê re ne nakok bin. Mekanîzmaya kontrolê ya neteweyî, dikarê nakokiyên wisa tesbît bike û pêşniyarên çareseriyê pêşkeş bike.
Komîteyên Sulhê, Lihevkirina Civakî
Komîteyên sulhê, dikarin bibin pêkhateyên civakî yên bi armanca ku di navbera civakê de çanda aştî û lihevkirinê bi pêşxistinê. Ev komîte, bi taybetî bi karekterek pir nasnameyî û pir çandî, bi awayê ku civak xwe bispêrin nirxên xwe û kevneşopiyên xwe û çareseriyê bi pêş bixin, dixebitin. Bi piranî ji êxtiyar û jinan pêk tê. Rola jinan di vê xebatê de ew e ku ferqûcudahiyê, azadiyê û wekheviyê li ber çav bigire. Cih girtina jinan, dibe sedem ku edalet bi şiklekî hê berfireh û hesas pêk were. Komîteyên sulhê, bi mehkemeyên xwecihî re dixebitin. Ev komîte, wê di parelelê biryarên hiqûqî de hêzê bidin aştiya civakî.
Modela Rojhilatê Sûriyê: Konfederasyona Demokratîk a Firatê yan jî Federasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dibe ku ev model ji bo hemû herêman bibe çavkaniya îlhamê. Ev nav, hem balê dikişîne li ser rewşeke coxrafîk (Rojhilatê Firatê) hem jî wekheviya gelên li herêmê dijîn ên wekî Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û civatên din temsîl dike. Konfederasyon, yekîtiya herêmên cuda û hevkariya wan îfade dike.
Herêmên li rojhilatê Firatê, wekî yekeyên federatîf ên xweser têne rêkûpêkirin. Her yekeya federatîf, di mijara pirsgirêkên xwe de xweser e lê di pirsgirêkên hevbeş de bi hev re tevdigere.
Rohilatê Sûriyê, bi taybetî herêmên li rojhilatê Firatê, di salên vê dawiyê de kapasîteya xwe ya xwe bi xwe rêvebirinê bi pêş xistine. Di seranserê 13 salan de, hem ji aliyê coxrafîk ve û hem jî ji aliyê etnîkî ve xwe bi xwe bi rêve biriye û di vê pêvajoyê de bûye qada herî bi îstîqrar a herêmê. Ev model, ji bo konfederalîzma demokratîk mînakek girîng e, ji ber ku li vê derê, hem rengîniya etnîkî, baweriyan û hem jî rengîniya coxrafîk li pêş e. Lê di vê pêvajoyê de hewce dike di aliyê sîstemê de nûbûn were çêkirin. Ereb xwe bi rêve dibin, li gorî şêniyê ji bo etnîk û baweriyan heqê bi şiklekî wekhev temsîla xwe kirinê tê naskirin. Heman tişt, ji bo Kurdan, Suryan û Ermenan jî derbas dibe.
Herêm etnîkên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û civatên curbicur ên baweriyan dihewîne. Ev coxrafya, ji bo modela demokratîk konfederal qadeke pir baş e; ji ber ku li vê derê hem rengîniya etnîkî û hem jî rengîniya coxrafîk xwediyê cihekî girîng e.
Rojhilatê Sûriyê, coxrafyayeke wisa ye ku rejîma Baas’ê hewl daye pêkhateya etnîkî û demografîk biguhere. Pêkhateya demografîk ku hatiye xirakirin êdî nayê guherîn, ji ber ku pêkhateyên civakî di asteke diyar de di nava hev de heliyane û ketine zikhev. Lewra, Rojhilatê Sûriyê bi modela demokratîk konfederal înşakirin, ne tenê ji bo ku nasnameyên çandî û etnîkî bijîn, di heman demê de ji bo înşaakirina yekîtiyeke coxrafîk jî girîng e.
Rojhilatê Firatê, bi bajar û navçeyên xwe yên wekî Reqqa, Tebqa, Tel Abyad (Girê Spî), Kobanî, Serê Kaniyê, Heseke û Qamişlo herêmeke berfireh e. Ev herêm, di seranserê dîrokê de wekî coxrafyayek ku rengîniya etnîkî, dînî û çandî li gel hev dijî, balê dikişîne. Civatên cuda yên wekî Kurd, Ereb, Sûryanî, Tirkmen û Çeçen, li vê herêmê bi hev re jiyîne û hem jî nasnameyên xwe parastine.
Wekî Encam
Xebata ku me bi dest girtiye de li gorî taybetmendiyên coxrafîk ên Sûriyê hatiye terkîbkirin. Lê modelek wisa ya federatîf e ku gelek çand, etnîsîte û baweriyan digihîne hev. Faktora esasî ya coxrafya ku digihîne hev, bi pêş dixe, bi hev re bi aheng e û dibe sedema lihevkirinê. Xweseriyên çandî u xwecihî bi rêya vê pênaseyên dikare bibin sedema yekîtiyê. Rojhilatê Firatê 13 salan xwe bi rêve biriye.
Statûya Rojavayê Kurdistanê
Dema ku em di maneya coxrafîk de bi perspektîfa Rojavayê Kurdistanê lê dinêrin, ji aliyê dîrokî, sosyolojîk û etnîkî ve ji ber argumanên bi hêz ên heyî, em ê bi rewşeke nû re rû bi rû bimînin.
Herêmên wekî Ezaz, Bab û Cerablûs ji aliyê dîrokî ve xwediyê demografyayek tevlîhev e. Her çiqas sînorên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê coxrafya û etnîkî ve bi şiklekî zelal nikare were diyarkirin jî, têkiliyên dîrokî û civakî yên van herêman, bi cihên ku Kurd lê dijîn re rasterast û xurt in. Lê belê polîtîkaya Kembera Erebî ku rejîma Baas’ê li herêmê pêk anî bû, demografyaya herêmê bi şiklekî cidî guhertiye.
Vê polîtîkaya ku di 1960 û 1970’an de hatiye pêkanîn, kiriye armanc ku şêniya Kurd ji cihê wan bike û li şûnê, şêniya Ereb bi cih bike; li herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyê, nifûsa Kurdan kêm bike û ‘herêmeke tampon’ çêbike. Bi taybetî li herêma Cizîrê ku Kurd lê zêde bûn, ev polîtîka pir bi bandor bû û demografyaya herêmê bi şiklekî sûnî hate guherîn. Bab, Ezaz û Cerablûs jî pir zêde ji van polîtîkayan bi bandor bûn.
Dibe ku di nava deryayan de girav hebin, lê li bejahiyê nabe ku girav hebin. Aşkere ye Efrîn ji aliyê coxrafîk û çandî ve ne giravek e ku ji derdora xwe tecrîd bûye. Têkîliyeke çandî, etnîkî u cofrafîk a Efrînê li gel Bab, Ezaz û Cerablûsê heye. Ev herêm di seranserê dîrokî de herêmên ku hem çanda Kurd û hem jî şêniya Kurd lê hebûye. Lê belê polîtîkaya asîmîlasyonê ya rejîma Baas’ê ya bi navê ‘Kembera Erebî’, faktorên wekî nêzîkbûnên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê ev têkilî ji hev qutkirin.
Dibe ku giravek li deryayê hebe lê li bejahiyê li coxrafyayên ku gel lê dijîn, hebûnên yekpare, xwezayî û sosyolojîk in. Lê belê rejîma Baas’ê û dewletên din, hewldan ku vê yekparetiyê bi sînorên çêkirî û bi polîtîkayên asîmîlasyonê tine bikin. Hewldanên ku coxrafyaya Kurdan bidin ji bîrkirin, hem di aliyê fîzîkî de û hem jî di aliyê çandî de hatin derxistin pêş. Vê rewşê ne tenê coxrafyaya Kurdan kir hedef, di heman demê de nasnameya wan a dîrokî û sosyolojîk jî kir hedef.”