NAVENDA NUÇEYAN- Ji Pênûsa Hûseyîn Gedîk
“Li ser pirsgirêkên avaniyî yên ku modernîteya kapîtalîst di asta kûrewî de rê li ber wan vekir, bi dijîtalbûn û sanalbûnê re yên nû zêde bûne. Sîstem, li milekî dixwaze krîzên xwe bi dijîtalbûn û sanalbûnê derbas bike, li milê din jî bi dijîtalkirina civakê re qadên pirsgirêkan diafirîne û hewl dide muxalefeta civakî ya şoreşgerî jî asteng bike. Sîstema kapîtalîst a ku teknolojiyên dijîtal wekî qadeke nûbûn û vebûnê dibîne, vê qadê li dijî gelan bi awayekî bêperwa bi kar tîne û xwe ji vê jî nade paş. Bi dijîtalbûnê re hedef dike ku li ser jiyana civakê hikum bike, bi sanalbûnê re jî bi genên civakê bilîze û tevînekên wê yên kokê texrîb bike.
Di asta kûrewî de merheleyeke wisa tê jiyîn ku wekî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê nirxandin. Bi şerê Ûkrayna re bendbendîbûnên nû û cudabûnên nû hene. Kampbûna behskirî ne di berjewendiyê civakê de ye, ev li gorî berjewendiyên sîstema kapîtalîst e û ji bo ku sîstema dijîtal bê înşakirin ev dê wekî pêlikekê bê bikaranîn. Mantalîte û qalibên zihniyetê yên ku ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ve dehf dan, dibe sebeb ku civak dîsa di nava sînorên netew-dewletan de bên hepskirin, pêla rastgir, nîjadperest, şoven bilind bibe û partiyên faşîst bên ser kar. Di bilindbûna siyaseta rastgir de her çiqasî gelek sedem hebin jî, sedema esasî ew e ku dinya anîne ber şêmûga şer. Xulase, şerê desthilatdariyê yê hegemonyaya kûrewî ye.
Sîstema kapîtalîst a ku xwe ji neqebên kaosê û krîzê xwedî dike, çekên xwe yên teknolojiya dijîtal derdixe bazarê û bi rêka şer dixwaze pirsgirêkên xwe derbas bike. Netewperestî bilind dibe, gotinên miletperest wekî zimanê şer zêdetir derdikevin pêş. Di pêvajoyeke wisa de ku rîska şer her diçe diyartir dibe, hêzên serwer di asta kûrewî de berê xwe didin qitûbbûnên nû û bendbendîbûnên nû. Bi şerê Ûkrayna re gav hatin avêtin û bi van di refan de zelalbûneke diyar afirandine. Di Ewropaya roja me de yek ji sedemên bilindbûna partiyên rastgir jî lêgerînên derbaskirina krîza kapîtalîzmê ye.
Gelên dinyayê, tecrûbeyên biêş ên şerê cîhanê yê duyemîn jiyane, bi milyonan însan di axê de veşartine û bûne şahidê wê hilweşîna mezin. Ruxmî ewqas tecrûbeyên biêş jî di mijara nûbûna zihniyetê de hêna jî pirsgirêkên cidî dijîn. Hatine halekî wisa ku nikarin nekevin ber bayê modernîteya kapîtalîst. Mêtingeriya zêdetir, şerê zêdetir, hêrsa kara zêdetir civak gihandine ber şêmûga şerekî nû. Bendbendîbûn û qitûbbûna zêde bivênevê wê şîdetê bi xwe re bîne û wê rê li ber pêla miletperest veke. Di nava pêvajoyeke wisa de ku şer li ber derî ye, îhtîmaleke zêde ye ku wê berjewendiyên netew-dewletê esas bên girtin. Di nava atmosfera siyasî de ku wê gotinên faşîst, nîjadperest di nava civakê de bersiva xwe bibînin wê gelan bi hev bidin şkandin.
Ne mimkun e ku pirsgirêkên di asta kûrewî de yên sîstema kapîtalîst bi polîtîkayên nedomdar karibin bên derbaskirin. Arezûya bingehîn a sîstemê ew e ku çavkaniyên xwe yên mêtingeriyê kûrtir bike û bi rengekî hegemonîk xwe berbelav bike. Ji bo ku karibe vê arezûya xwe pêk bîne di asta herêmî û kûrewî de krîz û kaosan diafirîne û ji bo mudaxeleyên xwe bingehê amade dike. Rêxistinên çete yên Îslamîst ku ji ber kaosa ku sîstemê rê lê vekiriye derketin holê Rojhilata Navîn serûbin kirin, rê li ber qetlîamên girseyî û hilweşînên mezin vekirin, ji bo ku hêzên kapîtalîst mudaxeleyî herêmê bikin bingeh amade kirin. Pirsgirêkên civakî yên ku şer dibe sebeba wan, her roj pirsgirêkên ekolojîk û hawîrdorê zêdetir kûr dikin. Dixwazin ku gelan demdirêjî di nava şer de bihêlin, nakokiyan veguherînin şer û gelan berdin ber hev, gelan di nava hilweşînên ekonomîk û bêîstîqrariyên siyasî de bihêlin, pirsgirêkên ewlekariyê her tim geş bikin û xwe li herêmê mayinde bikin.
Bi serdema dijîtal re pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Xisletên vê serdemê, teknolojiyên dijîtal û sanalbûn li ser avaniyên civakî xwedî rîskên pir cidî ne. Heger Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û karaktera serdema dijîtal bigihêjin hevdu bivênevê wê rê li ber felaketên mezin vekin. Sanalbûn bi serê xwe dinyayek e. Sanalkirina jiyanê tê wê maneyê ku fermana zindîbûnê tê rakirin. Dijîtal û sanalbûn; ev herdu têgîn, wekî amûrekî sîstema kapîtalîst fonksiyonel dibin. Dikarin civakê ji bingehê wê ve bihejînin.
Dema ku zanist û teknîk, teknolojiya dijîtal û teknolojiya nano gihiştine hev hilpekînên şoreşî çêbûne. Di merheleya heyî de robotên mîna însan ên xwedî zekaya sûnî kar dikin. Bandorên neyênî yên ku teknîk li ser însan dike cara yekemîn ji bo nîqaşên zanistî dibin mijar û bi muxalefeteke cidî re hevrû dibin. Pêşketinên teknolojîk jiyana însan çiqasî hêsan dikin bila bikin, pirsgirêkên ku ji ber ku bûne amûrê tehakumê bi xwe re anîne tên lêpirsînkirin. Zekaya sûnî ya ku ji aliyê mûcîdên wê bi xwe tê rexnekirin, dikare rê li ber çi rîskan veke tê destnîşankirin. Rewşeke hevşib ji bo dinyaya sanal jî derbasdar e.
Medyaya sanal û bi giştî sanalbûn, li ser fikir, bedena însan û jiyana însan a civakî yekser bandora neyênî dike. Talûkeyên sanalbûnê di her qadê de tên dîtin. Mirov bibêje mîna ku însan “girtiye” wê li cih be. Nîvengên sanal û amûrên dijîtal ên ku qadên azadiya ferd ji holê radikin hema hema wekî objeyê li mirov kirine. Heger jiyana civakî bi lez biguhere û veguhere, ber bi dinyaya sanal ve biçe wê bi qasî şer encamên hilweşîner jî bi xwe re bîne. Rastiya dijîtal û sanalbûn wekî pirsgirêkên herî bingehîn ên roja me li benda çareseriyê ne.
Pirsgirêkên ku sîstema kapîtalîst ew afirandine û rê li ber wan vekirine; şer, hilweşîn, nexweşiyên vedigire, pirsgirêkên ekolojîk, karesatên hawîrdorê, afetên xwezayî, krîza avhewayê, birçîbûn, germbûna kûrewî, teknolojiyên dijîtal ên roja me, sanalbûn û hêna gelek pirsgirêkên din, çavkaniya xwe ji ku û çawa digirin bila bigirin li benda çareseriyê ne. Heta ku ev pirsgirêk neyên derbaskirin û çareseriyên kokdar neyên afirandin wê xwîna ji mirovatiyê diçe dewam bike. Li ser bingehê encamên ku zanist gihiştiyê, li ber ronahiya ezmûnên mirovatiyê pêdivî bi fikrên nû yên sentez û dizaynên zihnî hene.
Di çareseriya hemû pirsgirêkên civakî de vebijêrka rêbaza demokratîk, ji bo ku gelan ji girdava ku ber bi tarîtiyê ve dikşîne xelas bike rêya derketinê nîşan dide. Êdî qalibên berê yên zihniyetê, nêzîkatiyên berê yên îdeolojîk tên derbaskirin, hewl tê dayîn bên derbaskirin. Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê Dixwaze ji bo gelên dinyayê “Hevpeymaneke Nû ya Civakî” pêşniyar dike. Ji dîrokê heta roja me, ji hemû pêvajo û serpêhatiyan ders tên derxistin û tê pêşniyarkirin ku ji nû ve formekî civakî bê avakirin. Vebûna neteweya demokratîk û teoriya modernîteya demokratîk pêşbînî dike. Pêwîst e mirov xwe ji teoriyên fikrê yên berê yên dogmatîk, ji avaniyên wê yên siyasî, ji rêveberiyên desthilatdariyê, ji modelên ekonomîk ên bi armanca karê ku civakan di nava çerxeke bêber de dihêle xelas bike. Divê mirov di demokrasiya radîkal de israr bike û di asta kûrewî de xwe bigihîne demokrasiya kûrewî.
Divê berjewendiyên gelên cîhanê yên ku ber bi nîvenga şer ve tên dehfdan di modernîteya demokratîk de bên dîtin. Derketineke nû ya şoreşî ye ku di şeveqa gelan de hil bûye. Wê serdema me bike serdema ku gelan digihîne demokrasiyê. Civaka ku dijîtal bûye, sanal bûye ew civak e ku siberoja xwe ji dest daye. Modela civaka demokratîk a ku bê înşakirin wê ji nû ve li ser bingehê demokratîk, ekolojîk însan bigihîne kokên wî/ê yên kevn.
Hin kes hene derketina înternetê wekî Che Guevarayê qirna 21’emîn dinirxînin. Ev şibandin nirxandineke şaş e. Fonksiyon, rola înternetê û bandorên wê yên li ser civakê tên zanîn. Neyêniyên ku rê li ber vekirine jî tên zanîn. Ji ber vê yekê mirov di navenda pêşketina şoreşgerî de zihniyetê bi cih bike girîng e. Li dijî serweriya kapîtalîzmê, li dijî ew jiyana ku sanal kiriye di têkoşînê de paradîgmaya demokratîk, civaka exlaqî-polîtîk jêneger e. Bi avakirina civaka sanal ne şoreş çêdibe ne jî Che Guevaratî. Xeyal û hêviya şoreşgerekî enternasyonal ê ku xwe bexşî sosyalîzmê û azadiya gelan kiriye encax “demokrasiya kûrewî” be.
Teknolojiyên ragihandina enformasyonê, înternet û platformên medyaya sanal, bi giştî têgînên dijîtal û sanal di her qadê de xwedî xisletên wisa ne ku bandorên kûr li jiyana însan dikin. Nirxandinên wisa li ser hene ku di asteke şoreşî û pêşketî de rolê didinê. Li şûna sosyalîzmê û şoreşa demokratîk bicihkirina wê û bi vî rengî têgihandin, ji bo siberoja mirovatiyê talûkeyeke cidî ye. Siberoja civakan mijareke cidî ye ku mirov nikare ji bo têgihandinên medyaya sanal, hêza ragihandina înternetê bihêle. Teknolojiyên dijîtal û torên înternetê yên ku di bin dîzayn û kontrola sîstema kapîtalîst de pêş dikevin, her çiqasî girseyan li pey xwe kaş bikin jî di vê dinyaya sanal de nikarin ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyan biafirînin.
Mirovatiya ku ji aliyê teknolojiyên dijîtal ve tê arastekirin, (ji derveyî zekaya analîtîk û hisî, êdî tê de zekaya sûnî jî fonksiyonel e) ber bi ku ve diçe, siberoja civakî wê çawa teşe bigire, jiyaneke çawa li benda me ye? Lêgerîna bersiva van pirsan girîng dibe. Bi qasî vê girîng e ku ka em bi kîjan mêzekirina paradîgmayî li bersiva van digerin.