ŞENGAL- Li Gundê Barê girêdayê Şengalê di pêşengtiya ciwanan de bi boneya salvegera Komploya 15 Sibatê de sineviyon hat tameşekirin.
Çalakiya ku di çerçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Şengalê re Statû” hate kirin de ji pêkhateyên gelê Erep gelek kes beşdar bûn.
Piştî tamaşekirina sinevizyonê banga tevlîbûyîna ji bo meşa ku wê li 14êê Sibat’ê li dijî komploya navnetewî a ser Rêber APO li Şengalê were lidarxistin hate kirin.
Rêber APO sala 1999’an de di encamekî komploya navnetewî hat dîl girtin û 26 sale di zîndana Îmrali de di nav tecrîd û îzalosyonekî giran de ye. Komplo hin berdewam dike.