BEHDÎNAN- HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û hêzên sînor ên Iraqê êrîşî gerîla kirin û got, “Yên êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dikin, kî dibe bila bibe, gerîla xwedî wî mafî ye ku li dijî her cûre êrîşan xwe biparêze.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hêzên sînor ên Iraqê û êrîşên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:
Li Herêma Heftanînê;
21’ê Çileyê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Keşanê artêşa Tirk a dagirker û hêzên sînor ên Iraqê li qada navbera gundên Şîlan, Şûdinê, Sorya û Demkayê bi wesayitên zirxî, helîkopterên êrîşê, SÎHA û balafirên şer li dijî hêzên me dest bi operasyonê kirin. Hêzên me li hemberî van êrîşan di çarçoveya parastina rewa de bi çekên ferdî û bombeyên destan bersiv dan. Di encama çalakiya hêzên me de bi qasî ku me zelal kir ji dewleta Tirk a dagirker leşkerek hate cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûn.
24’ê Çileyê saet di 07:15’an de hêzên sînor ên Heres ji bejahî ve, artêşa Tirk a dagirker jî ji hewayî ve li Qada Berxwedanê ya Keşanê careke din dest bi operasyonê kirin. Hêzên Iraqê hewl dan tîmek ji hevrêyên me yên li vê qadê dorpêç bikin û şer qewimî. Di vî şerî de ji hêza sînor a Heresê 2 kes mirin, yek jî birîndar bû. Hevrêyên me Zîlan û Delal ên bi ruhê fedaî yê Apoyî di vî şerî de ji bo bi saxî nekevin dest bombeyên xwe bi bedena xwe teqandin û bi fedaîtî şehîd bûn. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me Zîlan û Delal wê piştre bêne eşkerekirin.
Êrîşên li Heftanînê bi vî rengî qewimîn. Ji ber şert û mercên şer, agahî bi derengî zelal bûn. Kî êrîşî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bike, kî dibe bila bibe wê, gerîla li hemberî êrîşên li dijî xwe, xwedî mafê xweparastinê ye. Bi taybetî hêzên Iraqê û PDK’ê yên li herêmê ne di çarçoveya planên operasyonê yên dewleta Tirk divê bi ser hêzên me ve neyên. Eger bên, hêzên me jî wê di çarçoveya mafê parastinê de bersiva pêwîst bidin. Em zanin ku hin hêz hene ku dixwazin di navbera hêzên li herêmê bi navê Iraqê tevdigerin û hêzên me yên gerîla de şer derxînin. Hêzên pêwendîdar divê hay ji vê yekê hebe.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
7’ê Sibatê saet di 22:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên giran 2 caran dest li helîkopteran hate werdan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di navbera 5 û 9’ê Sibatê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berbizinê, Lolan, Şehîd Şerîf, Kendekola, Goşînê 16 caran, li herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Yekmalê, Dêreşê, Bergarê, Mijê, Mêranê 24 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna 3 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 7 caran; bi giştî 50 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”