DÊRSIM – Hat îdiakirin ku xwendekara bi navê Z.T. ku li wargeha xwendekarên keç a KYK’ê dimîne, hewl daye “întîhar” bike.
Hat îdiakirin ku xwendekara bi navê Z.T. ku li wargeha xwendekarên keç a KYK’ê ya li Taxa Sîhenk a Dêrsimê tê ragirtin, hewl daye xwe ji qata 5’an a wargehê biavêje xwarê û “întîhar” bike. Hat zanîn ku Z.T. rakirin nexweşxaneyê û piştre jî sewqî nexweşxaneyeke li Xarpêtê hate kirin.
Hat ragihandin ku Z. T. li beşa lênihêrîna awarte tê tedawîkirin.