AMED – Vedat Ozer ê di êrişa poLîsan de birîndar bûbû û tedawiya wî ya li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê didome, wiha got: “Polîsan ji ewil pir hişk li patika min xistin. Piştre jî bi zanebûn hedef hatim girtin û yekser gaz avêtin serûçavên min.”
Duh bi tevlibûna hezaran kesan li Qada Stasyonê ya Bajarê Nû ya Amedê mitînga “Ji bo aştiyê azadî” hate lidarxistin. Polîsan piştî mitîngê êrişî girseyê kir. Di êrişê de endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Vedat Ozer birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Fakûlteyê ya Zanîngeha Dîcleyê. Ozer, li beşa lênihêrîna awarte ya Norolojiyê tê tedawîkirin. Ozer, îro di danê sibehê de çavên xwe vekir û bi dayika xwe Remziye Ozer re hevdîtin kir.
Ozer, li ser erebeya astengdaran ji beşa lênihêrîna awarte hate derxistin û têkildarî êrişa duh ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ozer, got ku xetereya li ser jiyana wî hêj didome û wiha got: “Polîsan ji ewil pir hişk li patika min xistin. Piştre jî bi zanebûn hedef hatim girtin û yekser gaz avêtin serûçavên min. Ez aloz bûm û piştre çi bû nayê bîra min.” Ozer, diyar kir ku bijîşk dibêjin rewşa wî ber bi başiyê ve diçe û dê heta demekê tedawiya wî ya li beşa lênihêrîna awarte bidome. Ozer, got “Berxwedan jiyan e” û wiha domand: “Rewşa min ber bi başiyê ve diçe. Em ê li ber xwe bidin. Dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bila gelê me bizane ku em ê aştiyê bînin.”
‘POLÎS HEWL DIDIN BIKEVIN HUNDIR’
Di berdewamê de Ozer anî ziman ku polîs ketine beşa lênihêrîna awarte ya lê tê tedawîkirin û ev agahî da: “Lê neketin odeya ez lê têm tedawîkirin. Li ber deriyê wê disekinin. Dema ez di beşa lênihêrîna awarte de her tim dihatin û diçûn. Dixwazin bikevin hundir lê bijîşk destûrê nadin lewma nikarin bikevin hundir.”
Malbata Ozer jî bertek nîşanî rewşê da û got: “Em tenê carekê ketin hundir lê polîs çawa dikarin bi rehetî bikevin cihê ku divê îzole be?”
‘BIRAYÊ MIN HEDEF HATE GIRTIN’
Xwişka Ozer, Evîn Ozer jî got: “Ji bo aştî û biratiyê ez û birayê xwe bi hev re çûn mitîngê. Di vê pêvajoyê de em li benda aştî û demokrasiyê ne lê êrişên wiha dikin. Birayê min hedef hate girtin. Tevî ji bo mitîngê destûr hatibû dayin jî ev êriş kirin. Di çalakiyên li Êlihê de nexweşiya birayê min bêhtir pêş ketibû. Li Amedê jî rastî tundiyeke mezin hat û xwsestin binçav bikin. Anku birayê min yekser hedef hate girtin. Bi ser rewşê re 48 saet derbas bûn lê hêj baş nebûye. Birayê min ji bo aştî û demokrasiyê hewl dida.”
SERDANÊN JI BO MALBATÊ DIDOMIN
Serdanên ji bo malbata Ozer îro jî domiyan. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê tevî malbatê li pêşiya nexweşxaneyê disekine. Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, Baroya Amedê, Şaxa OHD’a Amedê û hevalên Ozer çûn serdana malbatê û şîfaya xêrê xwestin.
Baroya Amedê û Şaxa OHD’a Amedê gotin ku dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.