PARÎS – Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û li gel Meclîsa Gel a Évryê li banliyoya Melûn a Parîsê meşek meşaleyî hate lidarxistin.
Ciwanên ku li ber gara trenê ya Melûn meşiyan pankarta “Hezar car silav ji te re ey Serok APO” vekirin. Parlamentera Partiya Çep Melûn beşdarî meşê bû û diyar kir ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ciwan bi coş û kelecanî heta meydana Place meşiyan û ji bo sivîlên di Bendava Tişrînê de hatin qetilkirin û hemû Şehîdên Şoreşê deqeyek rêz girtin.
Ciwanan piştî deqîqeyek rêzgirtinê daxuyanî dan û bang kirin. Di daxuyaniya li ser navê ciwanan de hat gotin, “Em ciwanên Rêber APO ne û çi dibe bila bibe em bi wî re ne” û hat destnîşankirin, ku tevlîbûna çalak a pêvajoyê wê destê Rêber APO xurtir bike.
Ciwanan di dawiya axaftinê de ji bo Meşa Mezin a 15’ê Sibatê li Strasboûrgê bê lidarxistin bangawazî kirin û destnîşan kirin ku divê her kes di rojeke wiha girîng de li Strasboûrgê bicive.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.