NAVENDA NUÇEYAN- Hunergeha Welat li ser berxwedana Bendava Tişrînê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker klîbeke nû weşand.
Berhema ku gotin û muzîka wê bênav in, dîsa bi navê “bendava me ye” hat adaptekirin. Vîdyo klîba stranê ku hunermend Sumeya Serêkaniyê pêşkêşî wê dike, li Bendava Tişrînê hat kişandin.
Di sînevîzyona ku dîroka berxwedana Kurdistanê vedibêje de wêneyên hevalên me Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn, xebatkarên Çapemeniya Azad ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin û her wiha kesên di Bendava Tirşînê de hatin qetilkirin hatin hilgirtin.