NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûna 2024’an ve bendava Tişrînê û Pira Qereqozakê bi balafirên şer, pêgerên hewayî yên bê mirov ên çekdar, top û hawanan hedef digirin. Ji bo bersivdayîna van êrîşan û parastina bendavê, pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 8’ê Çile ve bi awayekî dewreyî bi konvoyan ber bi bendavê ve diçin.
Çalakiyên li bendavê weke nobeda berxwedanê hatin destpêkirin. Welatiyên ji hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi karwanên dewriyeyê tevlî berxwedanê dibin.
Di encama hedefgirtina rasterast a dewleta Tirk a li ser berxwedêran de, di nava mehekê de 24 welatî şehîd bûn û zêdetirî 200 welatî jî birîndar bûn.
Şêniyên Kantona Firatê yên li bendava Tişrînê bi boneya salvegera mehekê ya çalakiya nobedê, merasîmek ji bo bîranîna şehîdên bendavê li dar xistin. Eyşe Efendî di merasîmê de axivî û hemû şehîdan bi bîr anî û got, “Em bi rêzdarî bejna xwe li ber fedekariya şehîdên Bendava Tişrîn û malbatên wan ditewînin. Em careke din dibêjin em li vir in û em ê parastina bendavê, welatiyên xwe û zarokên xwe bidomînin. Çawa ku li Kobanê bi ser ket, em ê dîsa li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Ji ber ku dîrok xwe dubare dike.”
Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Kantona Firatê Arif Balî diyar kir ku heta êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neyên rawestandin gelê herêmê bendava Tişrînê terk nakin.