HEÎLBRONN- Ciwanên ji çar aliyên Ewropayê li Heîlbronnê hatin cem hev, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê nêzî 5 rojan meşekî lidarbixin.
Bi nêzîkbûna 26. salvegera Komploya Navneteweyî re, ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina tecrîd û polîtîkayên tecrîdê yên 26 sal in bi awayekî sîstematîk li ser Rêber APO tên meşandin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, xwe gihandin noqteyên meşa îsal.
Ciwanên Kurd û dostên wan ên navneteweyî yên ji çar aliyên Ewropayê tevlî bûn, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hatin cem hev, li ser Pêvajoya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê civîneke gel organîze kirin û dest bi meşê kirin.
Ciwan li Navenda Çanda Kurd a Heîlbronn hatin cem hev û bi mijara komplo û Rêber APO semînerek li dar xistin.
Gelê Kurdistanê û dostên wan ên ku ji bo esareta sîstematîk a Rêber APO ev nêzî 26 sal in di zûtirîn demê de bi dawî bibe, yek nefesê digre, ev pêvajo weke pêvajoya herî nêzî azadiya Rêber APO nirxand.
Di biryar û helwesta beşdaran de bi zelalî diyar dibe ku xeta berxwedan û têkoşînê ya bi armanca berfirehkirina vê têkoşîna azadiyê ya ku ev nêzî 26 sal in li çar aliyê cîhanê bi taybet li Kurdistanê tê meşandin, îro jî didome.
Kurdistanî û dostên wan danê êvarê li Navenda Çanda Kurd a Heîlbronnê li hev civiyan û bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Şoreşê dest bi bernameyê kirin û piştre sînevîzyona pêvajoya komployê nîşan dide.
Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok di axaftina vekirinê de ciwanên ji bo meşê li hev civiyan silav kir û diyar kir ku ew bi têkoşîna wan re ne û piştgiriyê didin wan.
Gok bal kişand ser pêvajoya komployê jî; “Em pêvajoya Komploya Navneteweyî ya ku ketiye sala 26’an şermezar dikin û berxwedana Rêber APO ku xwediyê vê berxwedanê ye silav dikin. Hewldanên hêzên hegemonîk ên ji bo şermezarkirina gelên Kurdistanê di şexsê Rêber APO de, di encama berxwedana Rêber APO û gelê Kurd de hatin pûçkirin. Rêber APO tevî vê tecrîda ku bi salan e berdewam dike, bêyî ku ti berxwedana xwe winda bike ji bo hemû gelên Kurdistanê bûye hêviyek mezin û bi berxwedana xwe bûye çavkaniya yekane ya berxwedana hemû gelên bindest ên cîhanê bi taybet gelê Kurd.
Gok anî ziman ku berxwedan dema ku herî zêde nêzî encamê bû bi dawî bû û got, “Êrîşên hêzên navneteweyî yên li dijî felsefe û îdeolojiya Rêber APO 26 sal in bê encam in. Berxwedana Rêber APO, hem bi têkoşîna leşkerî û hem jî bi têkoşîna siyasî, weke îro nêzî serketinê bûye. Ev têgihîştina têkoşînê êdî bûye pêşeng û taybetmendiya tevahî gelê Kurd. Ev karakter bûye xeteke ku têkçûnê qebûl nake.”
Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî civînê bûn, nêrîn, pêşniyar û pirsên xwe parve kirin û ji bo helwesta xwe ya pêşerojê nêrînên xwe parve kirin.
Rêya ciwanên ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber APO û Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk wê bimeşin wiha ye;
10.02.2025 / 08:00- HEILBRONN HBF
11.02.2025 / 08:00- LUDWIGSBURG HBF- STUTTGART
12.02.2025 / 08:00- STUTTGART- BÖBLİNGEN
13.02.2025 / 08:00- OFFENBURG- LAHR
14.02.2025 / 08:00- FREIBOURG IM BREISGAU
15.02.2025- STRASBOURG