NAVENDA NUÇEYAN- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de 3 çete hatin kuştin, wesayiteke leşkerî jî hate îmhakirin.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê de ev agahî hatin dayin:
“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên bersivdayîna rewa yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hedefkirina sivîlan û gundên tijî sivîl de, duh (Yekşem) li gundê Qasimiyê yê li bakurê Til Temirê çalakiyek li dijî baregeha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xist. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û erebeyek wan a leşkerî hat rûxandin.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) çalakiyek li dijî nuqteyeke çeteyan li dar xist. Bi qasî hat zanîn çeteyek hat kuştin.
Li eniya Qereqozaxê hêzên me du çalakî li dar xistin. Çalakî li dijî baregeha dagirkeran a li ser Girê Qereqozaxê û gundê Hoşeriyê hat kirin û di encamê de 7 çete birîndar bûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna û Xeseq bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirarên madî li milkên şêniyan bûn. Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Mehla, girên Sêvê û Qereqozax, bajarokê Sirînê bêserûber bi zêdetirî 110 guleyên obusên giran, tank, roketavêj û hewanan hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zirarên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.
Dewleta Tirk a dagirker tevahiya şeva şemiyê derdora Bendava Tişrînê bi tank, obîs û moşekan topbaran kirin. Duh sibeha jî rasterast laşê bendavê kir hedef. Êrişên li ser bendavê îhtîmanên rûdana xetereyên mezin çêdikin. Di heman demê de bakurê Bendava Tişrînê jî hat hedefkirin.
Duh saet 15.49’an, dewleta Tirk a dagirker ji baregeha li gundê Hoşeriyê bi obusên giran bajarokê Şexler, gundê Torman, devera navbera gundên Qinê û Piling ên rojavayê Kobanê topbaran kirin. Di tevahiya rojê de jî tevgera balafirên bê mirov li ser herêmê dewam kir.
Saet 13.00’an jî balafireke xwkuj a dewleta Tirk a dagirker gundê Kopirlik ê rojavayê Girê Spî bombebaran kir, lê zirar çênebûn. Piştre bi obusan li Girê Kopirlik û gundê Hewalik hate xistin. Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê herêmê digeriyan.”