NAVENDA NUÇEYAN- Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di dawiya hefteya pêş de biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Hat zanîn ku dê şande bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî û rayedarên din re hevdîtinan bike.
Di daxuyaniya DEM Partiyê ya têkildarî serdanê de ev agahî hatin dayin:
“Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li Îmraliyê du caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, bi beşên cuda yên civakê û derdorên bi pirsgirêka Kurd re pêwendîdar re hevdîtin û danûstandinan dewam dike. Heyeta me wê dawiya vê hefteyê derbasî Herêma Kurdistanê bibe û bi rayedarên Rêveberiya Herêmî re hevdîtinê bike. Di nava heyetê de endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve û rayedarên partiya me hene.
Heyet wê 16’ê Sibatê roja Yekşemê li Hewlêrê (Erbîl) bi Mesûd Barzanî û Nêçirvan Barzanî re hevdîtinê bike. Heyet wê 17’ê Sibatê roja Duşemê derbasî Silêmaniyeyê bibe û bi lîderê YNK’ê Bafil Talabanî, Kûbat Talabanî û rayedarên YNK’ê re hevdîtinê bike. Di serdanan de wê detayên li ser hevdîtinên li Îmraliyê bêne parvekirin û nêrîn, pêşniyar û fikrê pêwendîdaran ên têkildarî pêvajoyê bêne wergirtin û ji Birêz Ocalan re bêne ragihandin.
Heyeta me beriya niha bi partiyên siyasî re yên ku komên wan li TBMM’ê hene û Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Leyla Guven û siyasetmedarên din ên girtî re hevdîtin kir; pêşniyar, nêrîn û fikrê ku di van hevdîtinan de wergirtî gihand Ocalan.
Li aliyê din partiya me li 42 navendan bi civînên gel û mîtîngan civak li ser vî karî agahdar kir, nêrîn, pêşniyar, fikar û bendewariyên gel bi rengê raporan gihand Heyeta Îmraliyê.”