WAN – Jinên ku xwestin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê meşa bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê dimeşin” organîze bikin, rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin. 18 kesên hatin binçavkirin ji bo kontrola nexweşxaneyê birin Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Wanê.
Li Wanê bi sedan jinên bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê dimeşin” li kolana Sanatê hatin cem hev û dema xwestin bimeşin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Jin li erdê hatin kaşkirin û hatin binçavkirin.
Navê hin welatiyên ku hatin binçavkirin wiha ne: “Helin Demirtepe, Zeynep Tağtekin, Gülcan Bedirhanoğlu, Selamet İnedi, Evin Babur, Yıldız Tuncer, Zahide Kutlu, Meryem Ürgül, Mizgin Kaya, Zeynep Sayıner, Delil Aksoy, Veysi Şen, Hekim Karşin, Muhammed Orhan, Hazar Çelik, Neçirvan Kaya, Ertuş Kaya ve Necdet Sadat”
Tê payîn danê êvarê îfadeyên welatiyên ku ji bo muayeneya nexweşxaneyê birin Navenda Tipê ya Wanê Yuzuncu Yil Dursun Odabaşi bên girtin.