NAVENDA NUÇEYAN- Thérèse Pierre Nivisand
“35 sal berê de, di 11ê Sibatê 1990’an de, Nelson Mandela piştî ku li Afrîkaya Başûr 27 sal girtî bû, hat berdan. Ev roj encama têkoşînekê dijwar a di kampanyayekê gerdûnî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Mandela bû û di heman demê de ev rojê jî destpêka pêvajoyekê nû bû. 11’ê Sibatê 1990, rûpelek di dîrokê de zivirî. 27 salên tarîtî li ser Afrîkaya Başûr rabû. Rê li ber xebatekî mezin vebû : ji nû ve avakirina civakek ku metîngeriyekê 3 sedsalê rû bi rû ma çêbû. Mandela, ew mirovê ye ku tevahiya jiyana xwe li dijî serdestiya mirovên spî li ser mirovên reş têkoşin kir, ew şoreşger e ku her tim xwasteka civakekê wekhev û azad parast.
Di 9’ê cotmeha 1963’an de roja dozdariya Rivonia bû ku di encamê de cezayê darvekirina wî hate veguheztin cezayê muhebetê. 35 sal şunda, di 9’ê cotmeha 1998’an de, komplo navneteweyî li dijî Rêber APO dest pê kir. Piştî ku ji Sûriye derkeve, Rêbertî çû gelek welatan heta ku Mandela ji Rêber APO re pênaberiyê pêşkêşî kir. Lêbelê, ev pêşniyar tu carî pêk nehat ji ber ku hêzên komploger di 15’ê Sibata 1999’an de li Kenya Rêber APO rêvandin û birin Tirkiye. Rêber APO ji sala 1999’an ve di tecrîdekê giran de ye ku wê di demek kurt de wê bikeve sala xwe ya 27’emîn.
Mandela her tim piştgiriyek mezin ji bo gelê Kurd destnîşan kir. Her wiha wî red kir ku biçe Tirkiyê ji bo bidestxistina xelata Ataturk, gotin : “Ez nayêm welatek ku xwîna Kurdan lê hatiye rijandin û siyaseta cihêkarî li gelê Kurd de were kirin”. Di peyamek de ji gelê Kurd re di 1997’an de dibêje : “Em wateya wê zilm û bêrêziya ku li welatê we de li we tê kirin fam dikin. Em ji êşa wê dayîkê famdikin ku zaroka xwe wendakiriye. Em famdikin ku zarok bi zimanê dayîka xwe naxive. Em famdikin bêrêzî bi gel û çanda mirovek were kirin tê çi wateyê. Ev ew tiştin yên ku dewleta Tirk li beramberî Kurdan pêktîne. Ji ber vê yekê ez li cem we ninim, ez ne mêhvanê we me, ez beşekî ji tekoşîna Kurdan im. Em dizanin ku Ewropa bi behaneya şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya welat tên ji bo pêkanîna pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê. Ez dixwazim ji we re bêjim ku ji Nelson Mandela re jî digotin terorîst û niha jî serokê Efrîqaya Başur e. Şerê li Tirkiyeyê ne tenê li dijî PKK’ê ye. Belkî şere ke li dijî mafên mirovan, karkeran, tevgerên azadîxwaz û demokrasî. Terorê bikartînin ji bo mafê Kurd û Tirk jî red bikin û pêvajoya aşitiyê rawestanin. Lê ti hêzek nikare biryara azadbûna gelê Kurd asteng bike. Bijî Serok Apo! ”
Nelson Mandela û Rêber APO du kesayetên ku bi fikrê xwe û têkoşîna xwe veguherandine rêya Dîrokê. Vana du şoreşgerên ku bi parastina îdealên demokrasî û aştiyê kirine û ji aliyê hêzên hegemonîk ên navdewletî ve hatine girtin. Her tim rêya çareseriyên demokratîk û jiyana hevpar di navbera gelan li dijî bîrdoziyên nijadperest û faşîst digeriyan. Bi taybetî têgehên neteweya demokratîk (Rêber Apo) û neteweya keskesor (Mandela) pêşkêşkir. Ev du rêberên in ku her tim fikirîn ku azadiya wan tenê dikaribû bi rastî çêbike gava ku gelê wan jî ji bindestî tên rizgarkirin.
Xalên hevbeş ên wan ji zaroktiyê dest pê dikin. Her du li gundan mezin bûne. Bi vê awayê çanda kevneşopî ya gelê xwe zû de nas kirin. Di heman demê de bi çûyîna dibistanên dewletê wan zordestiya ku li hember gelê xwe û çanda wan tê ferz kirin nas kir. Ew her du jî gundên xwe berdan ji bo xwendina mektebê, ev jî destpêka milîtantiya wan bû. Rêber APO beşdarî tevgerên Marksîst bû berî ku PKK’ê di sala 1978 de damezrîne.. Mandela tevlî Kongreya Neteweyî ya Afrîk (ANC) bû û tê de Yekîtiya Ciwanên Kongreyê damezrand. Piştî tevgerên wan zextekê pir dijwar ji aliyê dewletên jiyan kir, ew jî pêşêngên tevgerên çekdar bûn, Umkhonto em sizwe, beşa çekdar a ANC, û gerîlayên PKK’ê. Ew her du jî li ser girava Imralî li Tirkiyê û girava Roben li Afrîka Başûr li zindanek hatine dîl girtin. Wan her du jî 26 û 27 salan li zindanên berxwedanekê bê hempa dane meşandin.
Bi heman awayî, bi mîlyonan mirovên li çar aliyê cîhanê ji bo azadiya wan têkoşin kirine. Di encama vê berxwedana gerdûnî ya ku bi pêşenga Mandela pêk anî gelek cezayiyek navneteweyî li hemberî dewleta Afrîkayê Başûr hatin dayin. Dewleta Afrîkayê Başûr ku ji aliyê insanên spî ên desthilatdar hatibû rêvebirin bi blokuseke êkonomîk lewaz bû. Di 2’ê Sibatê 1990’an de, serokê Frederîk de Klerk di axaftinê de li parlamentoyê ragihand berdana Mandela. Mandela pişti 9 roj ji zîndanê derket, girseyekî mezin wî peşwazî kir.
Vê 15’ê Sibatê 2025 em ê bikevin 27’ê sala de dîl girtina Rêber APO, 27 salên ku têkoşînekê dîrokî ya ku rê li ber ji nû vê avakirina sosyalîzmek ekolojîk a li ser bingeha azadiya jinê da meşandin. Kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ya ku niha ketiye qonaxa xwe ya dawî vê paradîgmaya nû bi astek gerdûnî ve belav kir û zexta li ser dewleta Tirkiyê zêde kir. Bi vî rengî, piştî zêdetirî sê salan tecrîdekê tund, pêvajoyek diyalogê bi Imraliyê re dest pê kir. Ji wê demê ve 3 hevditînên bi Rebertî re hatin lidarxistin ku hêviyekê nû ji bo çareseriyekê avakir.
Ma dibe ku sala 2025 salê azadiyê be? Tiştê ku em ji berxwedana Tişrîn fêr bûne ev e ku tu tiştek nikarê rê li ber gelekî ku azadî dixwaze asteng bike. Şehîdên azadiyê xêt xiz diyar kirin, ji her demê zêdetir em ê têkoşînê li ser hemû eniyan xurt bikin da ku xwe bigihînin armancên xwe. Çi encama vê pêvajoyê be, mîna Mandela û gelê xwe, bi hêvî û baweriyên ku em ê meşa xwe li ser vê rêya dirêj a azadiyê berdewam bikin.”