NAVENDA NUÇEYAN- Di çarçoveya rêzeçlakiyên ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya l dijî Rêber APO tên lidarxistin de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Helebê meşek organîze kir.
Beşdar li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, alên tevgerê, wêneyên Rêber APO û meşale hildan.
Piştî meş li tevahî kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gerî, li qada çerxerêya duyemîn a taxa Eşrefiyê meş vegerî mîtîngê.
Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Sabir Eros axivî û got armanca Komploya Navneteweyî ew bû ku di şexsê Rêber APO de gelê Kurd were qirkirin.
Eros diyar kir ku komplo didome û hemwextî wê jî gelên azadîxwaz li hember hewldanên qirkirinê têkoşîna xwe didomînin.
Sabir Eros di dawiyê de soza şopandina berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO da.