WAN – Yekîneyên YCWK Wan’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şeva 11’ê Sibatê li taxa Demiryolu ya Wanê çalakîya rê girtine pêk anîne.
Piştî ku 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan birî, ciwan û jinên ciwan destnîşan kirin ku ew ê destûr nedin îradeya wan bê desteserkirin û li kolanan de çalakî pêk anîn. Yekîneyên YCWK’ê yên Wanê jî diyar kirin ku ew ê destûrê nedin dagirker ku bikevin taxên wan.
Tevahiya daxuyaniya nivîskî ya ku hatiye weşandin wiha ye:
Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Wan!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me yên YCWK’ê şeva 11’ê Sibatê li taxa Demiryolu ya Wanê li dijî hewldana qeymeqamtiyê çalakiyeke rê qutkirin li dar xistin.
Yekîneyên me bi molotofan bersiv dan dagirkeran û nehiştin ku dagirker bikevin taxan. Wan diyar kir ku em ê li dijî vîna gelê xwe hewldana darbeyê re rê nedin û em bang li hemû ciwanan dikin ku berxwedanê mezin bikin.