HALEP-Jinên bajarê Helebê bi boneya 26. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, li Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê hatin cem hev. Jinên ciwan jî beşdarî civîna ku bi pêşengiya Kongra Star hat lidarxistin bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên “Kes Nikare Rojê Me Tarî Bikî” û hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre li ser komploya navneteweyî û encamên wê nîqaş hatin kirin. Hate destnîşankirin ku Rêber APO li dijî komploya li Zindana Îmraliyê berxwedaniyekî bê hempa nîşan da û hate gotin ku divê di vê pêvajoyê de bi pêşengiya jinan xebateke xurtir were meşandin da ku komplo careke din bê pûçkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber APO bê misogerkirin.
Piştî nîqaşan sînevîzyona der barê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hat nîşandan.
Civîn bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.