NAVENDA NÛÇEYAN – Bi nêzîkbûna 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO (15’ê Sibata 1999’an), Ciwanên PYD’ê li Lubnanê çalakiyek konvoyê li dar xisten.
15ê Sibata 1999an ji bo gelê kurd ne rojek ji rêzê ye. Di vê rojê de hêzên navneteweyî li dijî Rêber APO komploya herî mezin a cîhanê pêk anîn. Ji bo we bi dehan ciwanên Kurd ên li Lubnanê hatin cem hev û çalakiyekek organîze kirin. Ciwanên PYD’ê bi çalakiya konvoyê bi bilindkirina alayan û qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” bal kişandin ser rewşa Rêber APO.