NAVENDA NÛÇEYAN- Beriya çend kêliyan cenazeyên her du şehîdan Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) gihiştin Deriyê Sêmalka.
Xelkê Kantona Cizîrê cenazeyê Endama Koordînasyona Kongra Star Şehîd Hêva Erebo û cenazeyê Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şehîd Dilawer Eebo li Deriyê Sêmalka pêşwazî kirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û Endamê PYDˋê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 27ˋê Çileyê li bajarê Silêmaniyê de şehîd bûbûn.
Piştî şêniyan her du cenaze wergirtin, dayikan tilîlî kirin û karwanê şêniyan ber bi bajarê Qamişloyê ve kete rê.
Sibe her du şehîd li Goristana gundê Berkevirê yê bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê saet 10:00ˋan tên veşartin. Wê karwanê şehîdan ji bajarê Qamişloyê birê bikeve.