HALEP- Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO meşek li dar xist. Kongra Star ev meş organîze kir.
Meş ji çerxerêya duyemîn a taxa Eşrefiyê dest pê kir û li kolanên taxa sereke ya taxê geriya.
Li nêzî benda kontrola ya Eşrefiyê vegerî mîtîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo û axivî û amje bi berxwdana dîrokî ya Rêber APO kir.
Reyhan wiha got: “Rêber APO girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke zanist û zanînê. Êdî fikra wî ji bo gelên bi demokrasîk û azadiya civak û jinê bawer in, bû ronahî.”
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî axivî û diyar kir ku dewletên ku beşdarî komploya li dijî Rêber APO bûne, xwestin gelê Kurd û doza wî tune bikin.