KOBANÊ- Wekî tê zanîn her sal bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan de ji bo şermezarkirina komploya Navnetewî a ser Rêber APO û her wiha ji bo armanca fizikî azadiya Rêber APO meşa dirêj a bi du rojan tê lidarxistin.
Endamê Komitêya Amadekar a meşa Dirêj Hilal Alî bi dimenekî ve bangawazî ji bo ciwan û gelê Kobanê kir ji bo beşdarê meşa dirêj bibin..
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hilal Alî axaftina xwe de wiha got:
“Em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina komploya ser Serokatî 15 Şibatê, sibê dîroka 14 mehê de meşekî lidardixin. Roja yekemin ya meşê ji Tilxezalê heya Helinc berdewam bike. Roja duyemîn jî Şeranê emê derbasî Kobanê bibin. Ser vî esasî em bangawaziya hemû gelê xwe yê welatparêz dikin, hemû ciwanan dikin, hemû dayikê şehîdan dikin, hemû jinên ciwan dikin werin meşa ku ji bo fizikî azadiya Rêber APO were lidarxistin bibin. Em azadiya fizikî ya Rêber APO bi hevre mîsoger bikin. Jixwe armanca meya vê meşê jî azadiya fizikî ya Rêber APO ye. Em bangawazî hemû ciwanan dikin, hemû ciwanên Kobanê werin tvlî vî meşê bibin ji bo armanca fizikî azadiya Rêber APO. Em bi rihê ciwanên Rêber APO komplo û tecrîda ser Rêbertî bişkînin û azadiya Reber APO mîsoger bikin. Bijî Serok APO”
Kombûyîn: Sibê Seat 10.00 – Meclisa Tilxezal