TEBQA- Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê û Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo berdewamkirina têkoşîna xwe heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşeke meşaleyî li dar xist.
Di meşa meşaleyî de ya bi boneya salvegera 26’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO hat organîzekirin, bi sedan ciwan beşdar bûn.
Meş ji pêşiya goristana şehîdan a kantonê dest pê kir û ber bi çerxerêya Furqan a navenda bajêr ve bi rê ket.
Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê Berfîn Mihemed soza domandina berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO dubare kir.
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê Ufran El Sexîr diyar kir ku komplo negihîşt armanca xwe û îro bi mîlyonan kes xwedî li fikrên Rêber APO derketine û rêya wî dişopînin û got: “Rêbertî, ji bo rûmet û mafên rewa yên mirovan, bû sembola têkoşînê. Em ê têkoşîna xwe bi hemû rêbazan bidomînin û em ê her tim li qadan dengê Rêbertî bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were û vegere nav gelê xwe.”