HABER MERKEZİ -Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameyeke taybet a Stêrk TV de axivî û beriya daxuyaniya ku tê payin Rêber Apo bike, nirxandin kir.
Hevpeyvîna ku bi Cemîl Bayik re hatiye kirin bi vî rengî ye:
Em dixwazin bi komploya navneteweyî destpê bikin. Lewre ev meh meha Sibatê ye. Gelê Kurd û dostê wan vê mehê weke meha reş pênase dikin. 27 sal li ser komploya navneteweyî ya ser Rêber Apo derbas bû. Eger em ser şert û mercên wê demê û konjoktura wê demê bigirin ber çavan komplo bi kîjan armancê pêk hat û çawa pêk hat?
Di destpêkê de yên ku vê komployê li tevgera me, gelê Kurdistan û mirovahiyê dan jiyankirin şermazer dikim. Tê zanîn li dijî komplo di bin Rêberiyê hevrê Xalit Oral û Rojbîn Ereb de dirûşmeyek pêşket. Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin. Bi vê dirûşmeyê nêzîkî derdorê 50 heval, welatparêz xwe şewitandin, ez wan hemû şehîdan bibîr tînim. Hurmeta xwe ji bo wan nîşan didim. Ew di dîrokê mirovahî û gelê Kurd de cihekî xwe taybet çêkirin. Tu caran ew şehîd nayên jibîr kirin. Çima ewqas ev heval û welatparêz xwe şewitandin û xwe dan guleyan? Lewre dîtin ku rastî di şexsê Rêber Apo de ji bo gelê Kurdistan, ji bo mirovahiyê xetereyekê mezin tê pêşxistin. Ji bo ku vê xeterê bi herkesî bidin fêmkirin û ji bo ku herkes li dijî vê bisekînin û pêşî lê bigirin vê dan diyarkirin. Ji bo vê jî têkoşîna wan di dîrokê Tevgera me de jî yê gelê Kurdistan û mirovahiyê de jî cihekî taybet û rûmet digire. Tu caran ew nayên jibîr kirin. Heger ku li dijî komplo têkoşîn pêşket û gihîşt roja me ev hevalan pêşengiya wê kir. Di encamê wê de em gihîştin îro. Niha komploya ku li dijî Rêber Apo pêşketî di şexsê Rêber Apo de ji bo gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn pêş ket. Ne wek komployeke li dijî şexsekî pêş ketiye. Komplo wisa sînordar nîne. Komployekî pir mezin e. Di dîrokê mirovahiyê de dibe ku komployên wisa pir kêm û îstîsna ne. Ji bo Rêber Apo ev komplo bû sedem ku vê fêm bike û çareser bike û li dijî vê komplo jî bisekîne. Lewre xeta ku Rêber Apo pêş xistiye bi temamî li ser vî esasî ye. Got tiştê ku mirov nakuje mirov dide jiyîn. Got ez di kelêkê ketinê bûm û li ber Kendalan bûm. Ji bo ku ez nekevim ez firiyam. Ev terzê ku Rêber Apo têkoşîn dimeşîne. Dema ku ew komployê navnetewî pêşket di kijan şert û hawîrê de pêş ket? Armanca wê komployê çi bû? Divê mirov baş li ser bisekine. Dibe ku heta niha jî li ser komplo gelek nirxandin û şîrove çêbûn. Lê ew ne têrker in. Di vê de jî çêbû. Lewre komployekî pir mezin e. Komployên bi vî awayî mezin lazime di têkoşînê mezin mirov pêş bixe. Normal tu bisekînî tu nikarî vê fêm bikî û çareser bikî. Tê zanîn di şerê cihanê yekemîn de Rojhilata Navîn Fransa û Îngîltere li gorî armanca pergala Kapîtalîzmê rêxistin kir. Peymana Sykes-Pîcot pêşxist. Bi vê peyman û tîfaqê Rojhilata Navîn li gorî berejewendiyê xwe çêkirin. Kurd perçe perçe kirin. Dîsa Ereb perçe perçe kirin. Li ser vê perçebûnê pergala kapîtalîzmê pêşxistin. Ji bo vê Rojhilata Navîn bû bingeha pergala kapîtalîzma dinyayê. Di vê tîfaq û peymanê pirsgirêkê Kurd kirin pirsgirêkê şer. Di ser Kurdan de înkar û îmha pêşxistin. Li cihê ku pergala îmha û înkarê hebe li wir berxwedan û şer dibe. Vê bi zanabûn pêşxistin. Li dijî vê di bin rêbertî Rêber Apo de têkoşînekî demokrasî û azadiyê pêşxistin. Vê têkoşînê her ku çû li Kurdistan jî derket li ser Rojhilata Navîn tesîr kir. Vê têkoşînê ew pergala ku îngîltere û fransa di rojhilata Navîn de pêşxistin ket xeterê. Lewre têkoşînê ku Rêber Apo pêşdixist azadî û demokrasiyê esas werdigirt. Ji ber vvê jî her ku çû ew tîfaq ket zehmetî. Yek jî tam di vê navberê de Sovyet belav bû. belavbûnê Sovyetê jî bandorek ser cihan û Rojhilata Navîn çêkir. Hevsengî hemû tevlîhev bû. Wexta ku ev belavbûn çêbû, ev têkoşîna ku Rêber Apo dimeşand gihîşt hev û du. Rewşekî nû li Rojhilata Navîn derxist pêş. PErgala Kapîtalîst modernîte xwest ku mûdaxelekî li Rojhilata Navîn pêş bixe. Lewre heger mudaxele neke Sovyet belav bûye, Rêber Apo têkoşînek dimeşîne. Ew têkoşîn her ku diçe bandor dike. Ew tîfaqê ku Îngîlîz û Frasiz ji bo pergalê pêşxistiye êdî dibe hedef. Ji bo ku pergal li Rojhilata Navîn berjewendiya xwe wenda neke dive pêşî pêşketinên ku di bin Rêberiyê Rêber Apo de pêşdikeve bigire. Dema mudaxela çêbû ji bo wê çêbû. Yanî li Rojhilata Navîn guhertinek guhertinên ku li ser xeta demokrasî û azadiyê pêşdikeve ji bo sernekeve û ji bo bikaribin li pêşiya wî bigirin mudexela kirin. Di vê hawirê de pêşket. Armanca wê dixwestin ku Rêber Apo ji holê rakin. Çi bi siyasî dibe çi bi îdeolojîk çi jî bi fîzîkî dibe. Lewre Rêber Apo xetekê û têkoşînê ku dimeşand ji bo wan xetereyên mezin çêdikir. Armancê wan de tu carî azadî û demokrasî tunebû. Ew berjewendiya esas digirtin. Rêber Apo jî berjewendiya gelan û azadiya gelan esas digirt. Ev ji bo wan xeter bû û diviyabû pêşiya wî bigirtina. Komploya Navnetewî ji bo vê pêşxistin. Di vê komployê de gelekan cih girtin. Ê ku pergala Kapîtalîst Modernîteya pêşengiyê dikir ji wan bigirin yên ku di vê pergalê de jiyan dikirin û di pergala dagirkerî û qirkirinê de cih digirtin, ên ku ji bo wan hevkariyê dikirin ev hemû dest dan hev û du vê komployê pêşxistin. Lewre berjewendiya hemû diket xetereyê. Ji bo berjewendiya xwe, desthilatdariya biparêzin dest dan hev û du û hatin ser Rêber Apo. Mirov li vir kesayeta Rêber Apo û têkoşîna ku dimeşîne jî dikare fêm bike. Heger kesayetek normal bûya, têkoşînekî ku dimeşand normal bûya, ewqas hêz nedigiştin hev û du û nedihatinser Rêber Apo. Di şexsê wî de nedihatin ser tevgera me û Kurdên azad. Ev jî heqîqeta Rêber Apo û têkoşînê ku dimeşînê dide raber kirin. Dîsa yê ku komplo pêşxistin heqîqeta wan ji bo gelan çi îfade dike vê raber raber dike.
We got kesên li dijî komployê şehîdên Nikarin Roja me Tarî Bikin pîvan diyar kirin û ser wê têkoşîn hate meşandin. Asta têkoşîna ku li dijî komployê hate meşandin mirov dikare çawa binirxîne û em dikarin bêjin îro komplo vala hatiye derxistin?
Rast e, armanca komplo çi bû? wek min got, Rêber Apo temamî bêbandor kirin bû. Tevgerek di bin Rêbertiya Rêber Apo de pêşdiket. Dîrokê de tevgerên ku di bin rêbertiyan de pêşdikevin ev tevger jî derbe dixwin. Hesabê komlogeran ev bû ku heger Rêber Apo bêbandor bikin tevgera azadî û demokrasî li Kurdistanê nameşe û belav bibe. Ji bo vê jî hemû derfetên xwe bikar anîn. Yanî bikaribin ew xeta ku Rêber Apo ji bog elan dimeşîne wer ji holê rakin. Dewleta Tirkiyê ji vê gelek sûd wergirt. Xwest ku PKK tesfiye bike û qirkirina Kurdan temam bike. Dîsa hevkar û xayinên Kurd jî xwestin ku li komplo encamp wergirin ku bikaribin ew xeta ku Rêber Apo pêş dixe ji holê rakin. Ev jixwe di armancê de hemû gihand hev û du. Ji bo wê hemû tîfaq kirin û hatin li hemberî Rêber Apo komplo pêk anîn. Li dijî komplo wek min got, nêzîkî 80 mirov cane xwe dan. Xwe şewitandin. Mesaj dan herkesî. Li ser vî esasî têkoşîn dijî komplo li dijî tesfiyê li dijî qirkirinê pêşket. Dawî jî tê zanîn hemleyekê azadî navnetewî me pêşxist. Ev hemle bingeha komplo pir lewaz kir. Êdî wisa lêhat ku nikarin êdî li ser Rêber Apo vê berdewam bikin. Lewre hemleyê ku li dijî Rêber Apo pêşketî hemleyekî navnetewî bû. Li dijî komployekî navnetewî div tevgerekî navnetewî bihata pêşxistin. Ew hemleyê ku me ji bo Rêber Apo fîzîkî azad bibe û ji bo pirsgirêka Kurd çareser bibe me di wê astê de girt dest û pêşxist. Ev Rêber Apo li hemû dinyayê da naskirin. PAradîgmayê ku Rêber Apo pêşxist da fêmkirin. Her ku çû Rêber Apo û paradîgmaya wî hate qebûlkirin. Li dinyayê gelek mirov di vê hemleyê de cih girt. Yên ku xelata nobel wergirtinê, siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, democrat, yanî gelekan di vê hemleyê de cih girtin. Li Rêber Apo xwedî derketin. PArasdîgmayê wî xwedî derketin. Xwestin ku dewleta Tirk êdî Rêber Apo fîzîkî azad bike. Ev zextekî mezin li ser Tirkiyê jî çêkir û li ser komplogeran jî çêkir. Di encamê vê de ew siyaseta ku li şexsê Rêber Apo de ji bo tevgera PKK û gelê Kurd dihat meşandin wisa dihat ku êdî nikarin bimeşînin. Yek jî têkoşîna ku meli Kurdistanê pêşxitibû hebû. Gerîla, gel li dijî qirkirinê sekînin, li dijî komplo sekînin. Ev têkoşîn jî ew siyaseta înkar û îmha vala derxist. Êdî dewleta Tirkiyê nikaribû vê siyasetê berdewam bike. Di qadê navnetewî de pêşketin û zextekî mezin çêbû. Herkes Rêber Apo û paradîgmayê wî xwedî derket. Ji bo vê bingeha komplo lewaz ket û heta dawî bû. lê belê çiqas dawî bibe jî heşta jî israr dikin. Dewleta Tirk jî di siyaseta înkar û îmha de têk çû û nikare vê siyasetê de berdewam bike. Lê hinek hîna jî israr dikin. Ew têkoşîna ku me pêşxist çi encamp derxist? Him ji bo dewleta Tirk, him ji bo xayinên Kurd him ji bo komplogeran êdî siyaseta ku dimeşandin nikarîbûn bimeşînin. Heger em xebatê hîn mezintir pêş bixin wê çaxê neçar bimînin dest ji israrê xwe jî berdin. Em gihîştine wê konaxê. Yanî têkoşîna me nehişt ku bigihîjin armanca xwe. Lê hîn jî israr dikin. Hege rem têkoşînê hîn mezintir bikin û êdî nikarin israr jî bikin. Em gihîştinê vê konaxê. Divê gelê me vê bibinîn û têkoşînê mezintir bikin.
Ev israr, israrek sedsalî ye. Dixwazim vê jî bibîr bixim. 15’ê Sibatê 1925’an li dijî Şêx Seîd û hevalê wî jî komplo pêş xistin û heman dîrokê li Rêber Apo jî komplo kirin. Dîsa salvegra darizandinê jî anîn heman dîrokê. Li vir Rêber Apo dixwaze însîyatîfek pêş bixe. Piştî têkoşînekê nîv sedsalê dixwaze vê bike. Ev daxuyaniyekî niha rojên pêşiya me ji aliyê Rêber Apo vê were dayîn dive em çawa bigirin dest. Yan jî ew israra ku sedsalî ye, wê sedsalê din jî berdewam bike an na?
Tevgera Kemalîzmê di nav Îttîhat û Terakkî de pêşket. Rewşa Tirkiyê wê çaxê pir xerab bû. Lewre dewleta Osmanî êdî gihîştibû dawiya xwe. Gelê Tiykiyê jî ketibû nav xetereyek mezin. Mistefa Kemal dît ku heger Kurdan re tîfaq neke yek jî Sovyet re eleqê xwe pêşnexe û alîkarî wernegere nikare dewletê Tirkiyê û gelê Tirkiyê ji xeterê derxe. Ji bo vê him bi Kurdan re him jî bi Sovyetan re tekilî pêşxist. Li ser vî esasî têkoşînek pêşxist. Wisa encamp wergirt. Dewleta Tirkiyê û gelê Tirkiyê ji xeterê derxist û ser wê çû Lozanê. Li Lozanê Îngîltere û Fransa dewleta Tirkiyê qebûl kir. Li ser hinek şertan qebûl kir. Yek lazime Sovyet re eleqê xwe qut bikin û dijî wî bisekînin. A duduyan jî netew-dewlet li Rojhilata Navîn pêş bixin. Tirkiyê vê li Lozanê qebûl kir. Dema qebûl kir Komara Tirkiyê hate qebûlkirin. Êdî pêwîstiya xwe bi Kurdan nema. Heta wê demê, heta Lozanê Kurd qebûl dikirin. Heta cih didan Kurdan. Otonomî jî qebûl dikirin. Li Lozanê Îngîltere û Fransa komara Tirkiyê qebûl kir, êdî pêwîstiya xwe bi Kurdan nema. Vê care destpêkirin li dijî Kurdan îmha û înkar pêşxistin. Vê jî bi 1925’an destpê kir. Bi şêx Seîd destpê kir. Bi salan jî berdewam kir. Mirov bala xwe bide dema ku Rêber Apo dîl girtin dadgehek qaşo pêşxistin. Ew senaryo bû. Roja biryara darvekirinê dan Şêx Seîd dan Rêber Apo jî. Yanî dîroka xwe esas wergirtin. Qirkirina Kurd esas wergirtin. 15’ê Sibatê ji bo vê rojekî reş e. Roja qirkirina Kurd e. Niha em vê rojê dixwazin biqûlipînîn rojekî azadiyê. Rêber Apo ji bow ê têdikoşê. Lewre di heqîqeta Rêber Apo de komplo sedema k utu vê ji holê rakiyê. Qirkirin jî wisa ye. Tu azadiyê pêşbixî. Heqîqetê Rêber Apo temamî ser vî esasî ye. Rêber Apo dema ku dîlgirtin û senaryoyek pêşxistin biryara darvekirinê dan dijî vê çi pêşxist? Komara Demokratîk pêşxist. Rêber Apo li dijî înkar û îmhayê qirkirinê komara dmeokratîk re sekinî. Esas Rêber Apo hîn di salên 1990’î de dema bi M.Alî Bîrand re roportaj kir, got ez muxatabek digerim. Dixwest ku pirsgireka Kurd ji zemîna şer û pêvçûnê derbixe û bixe bingeha siyesata demokratîk. Dixwest wisa çareser bike. Ew roportaj vê îfade dike. Dewleta Tirk de ji kesekî gavek nedît. Paşê Mam Celal ket dewrê û di navbera me û Turgut Ozal de xwest pirsgirêkê bixe riya siyasetê. Jixwe Rêber Apo jî di berê de vê armanc dikir. Bersivekî erênî da vê. Agirbest îlan kir. Lê belê bersiva vê çetetî ve hate dayîn. Ew pêşket û sabote kir. Piştre 98’an dîsa Rêbertî di aliyê dewleta Tirk de hinekan siyasetmedara Tirkan xeber şandin û gotin hûn agirbest pêşbixin em jî amade ne pirsgirêkê çareser bikin. Dewlet pir gemar bûye, çetekarî pêşketiye, gelek tahrîbat çêbûye, em dixwazin dewlet ji vê rewşê derxin. Rêber Apo jî bersiva vê erênî da. Lê belê ew bi komployê navnetewî bersiv dan. Rêber Apo di hawirê komplo dê dîlhatibû girtin, li Îmraliyê dîsa ew xeta çareseriyê ji box we esas wergirt. Li dijî siyaseta înkar û îmhayê komara demokratîk anî rojevê. Bersiva wê dîsa çawa çêbû. Komplogeran bi hev re tesfiyê di nav tevgerê de rêxistin kirin. Xwestin bi wî şeklî encam bigirin. Lê Rêber Apo li dijî wê jî sekinî û paradîgmayekî nû pêşxist. Ne tenê ji bo PKK û Kurdan. Ji bo gelan û mirovahiyê paradîgmayekî ciaka demokratîk exlaqî-polîtîk pêşxist. Wisa bersiv da. Ser vî esasî gelek caran yekalî agirbest îlan kir. Xwest ku pirsgirêkê Kurd di bingeha şer de derbixe. Têxe bingehekî siyasî. Ku bikaribe pirsgirêkê çareser bike. Yanî duv û dirêj Rêber Apo karekî wisa meşand. Niha karê ku dimeşînê jî ser vê dimeşîne. Ne tiştekî nû pêş dixe. Belkî hinakan wisa fêm dikin, ne rast e. Li ser pêngavê ku avêtî vê pêngavê nû dixwaze pêşbixe. Ev pêngavên ku avêtinê kûrkirinê. Ne pêngavêk nû davêje. Lazim e wisa were fêm kirin. Berdewam û kûrkirina wan pêngavan e. Dixwaze vê care tevger di ser paradîgmayê ku pêşxistiyê temamî têkeve paradîgmayê. Li gorî wê têkoşînê pêş bixe. Karê ku Rêber Apo pêş dixe ser wî esasî ye. Niha li Tirkiyê hinek dibêjin çareserî tê pêşxistin. Hinek dibêjin çek bên berdan. Nizanim gelek tiştan dibêjin. Yanî kes navêkî li vê bike. Ji bo me aşkere ye. Pêvajoyê ku Rêber Apo pêş dixe pêvajoya tevgerê de guhertinekî pêşxistî li ser wî esasî tevger ji nû ve rêxistin bike ku bikaribe ser armanca xwe têkoşîn bimeşîne. Lewre li ser pirsgirêka Kurd gelek sermayê xwe mezin dikin. Him di nav Kurdan de Kurdên hevkar û xayîn naxwazin çareser bibe. Lewre li wir gelek tişt qezenc dikin. Dewleta Tirk dixwaze şer hebe, li wir qezenc dikin. Pergala modernîteya Kapîtalîst ser şer Kurdistan avakiriye, her tim dixwaze şer hebe ku her tim ji Tirkiyê tawîz bigirin û berjewendiya xwe li Rojhilata Navîn hîn xurt pêşbizin. Rêbertî berê jî got, li ser prîma Apo û PKK’ê gelek jiyan dikin. Ê ku ser şer jiyan dikin rant dest dixin û naxwazin ku pirsgirêk çareser bibe. Lewre pirsgirêk heger bingeha şer derkeve û têkeve bingeha siyasî û hiqûqî ew nikarin xwe bidin jiyandin û sermayeya xwe xurt bikin. Wê îflas bikin. Hele hele xayînên Kurd gel dagirkeran cihê wan namîne. Di dîrokê de jî gele mînakên vê hene. Ji bo vê Rêber Apo ew pêngavê ku di dîrokê de avêt wek berdewam pêngavek davêje û kûr dike. Di vir de însîyatîf digire destê xwe. Lewre li Rojhilata Navîn guhertinên nû hene. Ev guhertin zû pêş dikevin. Ev pergala şerê cihanê yekemîn hilweşiya. Dixwazin yêkî nû pêşbixin. Pergala Kapîtalîst modernîte dixwaze yê nû li gorî berjewendiya xwe pêş bixe. Ev li dijî gelan e. Rêber Apo jî di vir de mudaxeleyekî ji bo herêmê dike. Mudaxeleya ku dike ji bo berjewendiya gelan û mirovahiyê dixwaze bike. Li ser vî esasî însîyatîfek wergirtiye. Dixwaze vî karî pêş bixe.
Weke we jî got, pêvajoyeke nebinavkirî heye. Di vê pêvajoyê de her kes meraq dike ku wê Rêber Apo bi dîmen daxuyaniyê bide. Di ragihandinê de wisa tê gotin. Der barê vê mijarê de heta niha rasterast an jî ne rasterast tiştek gihîştiye ber destê we yan jî bihîstinek heye yan na?
Yanî me ragihandinên Tirkiyeyê dişopand û me hinek encam jê derdixistin. Nameyek jî pêş ket. Li ser vê hinek haya me jê çêbû. Wekî min gotî, Rêber Apo dixwaze pêngava ku berê avêtiye bigihîne armanceke mezintir. Dixwaze vê pêngavê kûr bike. Pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derxe têxe zemîna demokratîkbûnê. Li ser vî esasî karekî dimeşîne. Hinek daxuyaniyên tên dayîn û nîqaşên tên kirin li ser gel, demokratan û sosyalistan bandoreke erênî çêdike. Heta coşekê çêdike. Meriv vê yekê dibîne. Li ser me jî bandoreke erênî çêdike. Coş û kelecanekê çêdike. Rêber Apo însiyatîfek girtiye û dixwaze ji bo gelan vê însiyatîfê bi kar bîne, divê her kes destê Rêber Apo xurt bike. Wê demê ew armanc pêk tê. Rêber Apo dixwaze gavên demokratîkbûnê pêş bixe. Daxwaziyên jin, ciwan, gelên bindest û sosyalistan pêk bîne. Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve. Rêber Apo ji bo her kesî pêngavan pêş dixe. Dixwaze pirsgirêkên heyî yên li Tirkiye û Rojhilata Navîn li qadên navneteweyî çareser bike. Li ser vî esasî têkoşînê dimeşîne. Ev armanc, armanca her kesî ye. Her kes dixwaze şer xelas bibe û demokatîkbûn çêbibe. Ger her kes vê dixwaze divê her kes xwedî lê derkeve. Divê vê têkoşînê tenê ji Rêber Apo re nehêlin. Her kesî barê xwe avêtiye ser Rêber Apo. Ev barekî pir giran e. Rêber Apo di nava şertên Îmraliyê de dixwaze bibe bersiv, dixwaze hêvî û daxwaziyan pêk bîne. Ji bo wê kar dike. Di aliyê xwe de berpirsyariyeke mezin daye ser milê xwe. Lê belê ev yek wê çawa pêk bê? Wexta ku her kes xwedî lê derkeve, wê demû Rêber Apo dikare rehet kar bike û daxwaziyên wan pêk bîne. Rêber Apo heta niha ji bo şexsê xwe ti tişt nexwestiye û tiştek nekiriye. Çi kiriye? Ji bo gelan kiriye. Ji bo mirovahiyê kiriye. Ji ber ku Rêber Apo ji bo xwe jiyan nake. Ji bo gelan jiyan dike. Ji bo mirovahiyê jiyan dike. Ji bo vê pirsgirêkên gelan û mirovahiyê dide pêşiya xwe. Niha Rêber Apo di 2 tiştan de gavan davêje. Yek, di pirsgirêka jinê û xeta azadiya jinê de gavên berê avêtiye, niha kûrtir dike. Dîsa di aliyê sosyalîzmê de pêngavên ku avêtiye kûrtir dike. Li gel van tiştan, li Rojhilata Navîn ku guhertinên pir mezin çêdibin, Rojhilata Navîn hilweşiya û ji nû ve ava bibe. Pargala kapîtalîst dixwaze li gorî berjewendiyên xwe ava bike. Rêber Apo jî dixwaze ji bo gelan ava bike. Li Rojhilata Navîn demokratîkbûn bi pêş dikeve û azadî pêş dikeve. Niha Rêbertî bi van pêngavan kûrahiyek çêkiriye. Mirov di daxuyaniyan de hinekî vana dibîne. Rêber Apo dixwaze ji bo gelê Kurd, çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê gaveke dîrokî bavêje. Tişta ku ji her kesî tê xwestin, lazim xwedî li vê derkevin.
Di vir de her çiqasî hevdîtin çêbûne jî tecrîd neşikestiye û berdewam dike. Ji bo ev rewşa şer û pevçûnan were derbaskirin, qonaxa hiqûqî û siyasî were destpêkirin û zemîna hiqûqî û siyasî were avakirin divê çi gav bên avêtin?
Niha Bahçelî û heta Erdogan ji bo Rêber Apo bangan dikin. Dibêjin lazim e pirsgirêkên çekan çareser bikin, heta dibêjin lazim e PKK ji holê bê rakirin. Yanî bangên wiha dikin. Lê belê ji aliyekî ve jî zimanê ku dimeşînin, pratîka ku dimeşînin berovajî vê ye. Yanî Rêber Apo di bin tecrîdeke mutlaq de wê çawa kar bike? Wê çawa daxwazî û hêviyên ji Rêber Apo re dikin, wê Rêber Apo çawa pêk bîne? Eleqeta xwe bi tevgera me, bi derve, bi ragihandinê û bi ti kesî re tineye. Lê belê bar jî avêtine ser Rêber Apo. Ji Rêber Apo re dibêjin bila vî barî rake. Dibêjin ev pêngavên em dixwazin pêş bixin. Gelên bidest, jin, ciwan, demokrat, soyaslîst û hemû hêvî dikin Rêber Apo ew pêngavên demokratîkbûnê pêş bixîne. Wexta ku di şertên Rêber Apo de guhertin çênebe, Rêber Apo bi azadî têkoşîne neke wê çawa wan hêviyan pêk bîne? Wê çawa ji bangan re bibe bersiv? Ev ne mumkun e. Niha dest û piyên Rêber Apo girêdayîne, avêtine nava hawizekî û dibêjin tê de hereket bike. Wê çawa hereket bike? Te dest û ling girêdane û te xistiye nava hawizekî wê çawa di vir de hereket bike? Wê çawa hêviyan pêk bîne? Lazim e tecrîda mutlaq rabe û Rêber Apo azad be. Divê her kes azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bike armanca xwe. Li ser vê têkoşîne bimeşîne. Ger Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, wê demê dikare bi tevgerê re eleqatê xwe çêbike. Dikare bi her kesî re eleqatê xwe çêbike, dikare bi wan re biaxive, nêrîn û pêşniyarên wan bigire. Li ser vî esasî dikare hêviyan pêk bîne. Wer nebe, ne mumkun e. Niha ji aliyekî ve tê şertê azadiyê pêş nexe, tê guhertinan çêneke, qanûn dernexe, ji aliyê din jî ji Rêbertî re bibêje bang gerîla bike bila çekan deynin, bang PKK’ê bike ji holê rabe. Wateya vê çi ye? Wê demê ti naxwazî aştî çêbibe, nazwazî pisgirêk çareser bibe. Ger pirsgirêk çareser nebe, azadî pêş nekeve wê çawa aştî çêbibe? Wê demê ti caran aştî çênabe. Aştî li ser azadiyê çêdibe. Te hemû riyên azadiyê girtiye. Ji aliyekî bangan bikî û ji aliyê din ve jî şer berdewam bikî, tê qeyûman pêş bixî, girtin û komkujiyan bikî, tê her derê bombebaran bikî û zimanê ku dişixulînî û pratîka dikî çi dide diyar kirin? Wê demê tu naxwazî şer biqede. Yên ku dixwazin şer biqede divê şertên Rêber Apo biguherîne. Divê sîstema Îmraliyê ji holê rakin. Divê Rêber Apo azad bike ku karibe hêvî û daxwazan pêk bîne.
Ez dixwazin vê yekê pirs bikim. Li cîhanê ji Îrlandayê bigire heta Spanya, Baskê û Efrîqaya Başûr e. Prosedura tê meşandin hin tişt tên weke agirbesta yek alî, agirbesat du alî, muzakere yan jî hevdîtin û heta çekdanîn yanî nav lê dikin. Lê heta niha nav jî lê nekirine. Rejîma Tirk bi israr tenê dibêje bila çek bên danîn. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye. Ev tê çi wateyê? Mirov vê yekê çawa binirxîne?
Niha dewleta Tirk li der gelê Kurd teroreke mezin dimeşîne. Lê wer dide diyarkirin ku Kurd terorê dimeşînin. Yanî her tiştî berovajî dike. Wer bi her kesî dide fêmkirin. Ya rastî gelê Kurd di bin teroreke mezin de ye. Di bin îmhakirinê de ye. Gelê Kurd wê çawa xwe biparêze, wê çawa îmha nebe, li ser vê têdikoşe. Heke çek weegirtiye, ji bo vê wergirtiye. Ji bo xwe biparêze wergirtiye. Ji bo Kurd ji holê nayên rakirin çek wergirtiye. Ne ku aşiqê çekê ye û şerê bi çek dimeşîne. Kurd aşiqê demokrasiyê ye. Aşiqê azadiyê ye. Ji ber ku Kurd heta niha demokrasî û azadî nejiyane. Timî komkujî jiyaye. Timî koçberî jiyaye. Timî heqaret jiyaye. Derveyî vê tiştek nejiyaye. Dewleta Tirk çima demokratîkbûnê pêş naxe? Ji ber ku demokratîkbûn pêş bikeve wê Kurd sûdê jê bigirin. Kurd wê xwe îfade bikin, wê bijî. Wê ji bin komkujî, koçberî û asîmîlasyonê derkeve. Ji bo wê demokratîkbûnê bi pêş naxe. Ji ber ku dixwazin Kurdan îmha bikin, timî li ser Kurdan tundî, teror û şer dimeşîne. Di vir de gelek rant bi dest dixe. Naxwazin vê jî wenda bikin. Ji ber teroreke mezin li ser Kurdan heye. Lê wer didin diyarkirin ku Kurd terorê dimeşînin û dibêjin lazim e Kurd dev ji terorê berdin. Yanî çek danîn ev e. Wateyeke wê ya din nîne. Her wiha wer didin diyarkirin ku pirsgirêka Kurd li holê tineye. Ji xwe dibêjin pirsigrêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye. Dibêjin heke PKK çek dayne wê her tişt xelas bibe. Yanî pirsgirêka civaka Kurd qebûl nakin. Ji ber vê dema diçin cihekî, şaredariyeke bi dest dixin alaya xwe li wir didaliqînin. Çûn Efrînê alaya Tirk li wir daliqandin. Çûn Serêkaniyê alaya Tirk daliqandin. Çûn Qibris alaya Tirk daliqandin. Wayeta vê çi ye? Wexta ku hêzêk cihekî bi dest dixe, dagir dike alaya xwe li wir didaliqîne. Ev eşkere ye. Dewleta Tirk ji ber ku Kurdan weke civakê nabîne, mafê wan jî nade. Tenê çi ji wan re heq dibîne? Kuştin, komkujî û koçberiyê heq dibîne. Ya tê dev ji Kurdîtiyê, mirovbûnê û nasnameya xwe berde, têkeve xizmeta wî û xulamtiya wî bikî, yan jî dema tu xwedî li xwe, nasname, ziman, çand û vîna xwe derkevî, wê demê tu dibî terorîst. Wê demê her tiştî ji xwe re heq dibînin. Li ser vî esasî siyasetê dimeşînin. Ji bo vê dibêjin çekan bedin û her tişt xelas bibe. Yanî ti heqê civaka Kurd li cem wan nîne. Ew vê dibêjin. Ma PKK çek deyne wê pirsgirêk çareser bibe? Pirsgirêk çareser nabe. Yan jî Rêber Apo bangekê bike ma wê pirsgirêk çareser bibe? Çareser nabe. Lê belê ew wer didin diyarkirin.
Çima vê yekê wer didin diyarkirin. Civakê û saziyên navneteweyî dixapînin. Dibêjen me li dijî Apo, li dijî PKK’ê, li dijî Kurdê azad têkoşîn kiriye û me encam wergirtiye. Êdî pirsigrêkek wer nemaye. Tenê pirsgirêka çekan maye û çek jî bên danîn her tişt xelas dibe. Yanî dixwazin wiha her kesî bixapînin. Gelê me vê yekê baş dizane. Yên demokrat û sosyalîst baş dizanin, lê ew jî rastiya wan e. Temamî li ser xapandinê kar dikin. Hem li hundir û hem jî li derve li ser wê desthilatiya xwe dimeşînin. Rêber Apo dixwaze rastiya derxe holê û bi her kesî bide fêmkirin. Ji ber vê pir aciz dibin. Naxwazin pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe, pêş bikeve. Gelek sabote dikin. Mirov dikare bibêje ji bo ev pêvajo pêş nekeve AKP gelek sabote dike. Zimanê ku dişixulîne, kiryarên ku di pratîkê de pêk tînin, dixwazin Rêbertî li pêş gelan, dostan û tevgerê biçûk bikin, ji rêzê bikin. Yanî daxwazin baweriya her kesî ya bi Rêber Apo re lawaz bikin. Sedema ev ziman û pratîka dimeşînin ev e. Divê em vê baş fêm bikin, bi bertek û hestyarî nêzîk nebin. Divê em pêngavên dîrokî yên Rêber Apo dixwaze li ser kîjan esasî pêş bixe, fêm bikin û em ê wê ji xwe re esas bigirin û ji bo serxistina wê tevbigerin. Li dora Rêber Apo kom bibin, bicivin û li xetên ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe xwedî derkevin. Wê demê hemû lîstik wê vala derkevin.
Di vir de hîn jî siyaseta qeyûman berdewam dike, qeyûm şandin Şaredariya Sêrtê. Li Wanê jî ceza dane hevşaredar. Li Stenbolê Kurdên ku ketine meclisên şaredariyan operasyon pêk anîn. Gelo di navber desthilata Tirk a MHP û AKP’ê, Bahçelî û Erdogan cudahiyek di navbera wan de xuya dike yan na? Divê mirov vê çawa bigire dest?
Niha li Tikiyeyê hinek dixwazin pirsgirêk bi riyên hiqûqî û siyasî çareser bibin. Gihîştine wê baweriyê. Lê belê van hîn ne xurt in. Hinek naxwazin pirsgirêk bi riyên siyasî û hiqûqî çareser bibe. Li dijî wê disekinin û sabote dikin. Vana hîn jî li Tirkiyeyê hem di nava dewletê û hem jî di desthilatiyê de xurt in. Meslea AKP vê yekê îfade dike.
Yê ku çareseriyê naxwaze…
Yê ku naxwaze. Bahçelî dibîne ku rewşa Tirkiyeyê û gelê Tirkiyeyê di talûkeyê de ye. Wê çawa ji vê talûkeyê derkeve? Ger bi Kurdan re tifaqê bike, pirsgirêka Kurd çareser bibe wê wextê hem Tirkiye û hem jî gelê Tirkiyeyê ji talûkeyê derkeve. Hinek jî li bendê ne bê wê çawa bibe. Yanî beşek jî vê esas digire. Yanî ne li dijî disekinin û ne jî li gel wê ne. Ji bo wê mirov nikare bibêje li Tirkiyeyê dîtinek yekpare heye. Divê demokrat û sosyalîst, yên dixwazin gelê Tirkiyeyê ji talûkeyê derkeve û ji Tirkiyeyê hez dikin kar bikin ku ew aliyên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin xurt bibe, pêş bikeve û bi ser bikeve. Pirsgirêk wê demê wê têkeve riya çareseriyê. Ev karekî dixwaze. Dixwazin dem wergirin. Ger ew dem çiqasî kin bibe baştir e. Ev dimîne ser milê yên ku dixwazin pirsgirêk bi riyên hiqûqî û siyasî çareser bibe. Ger ew li berpirsyariya xwe xwedî derkevin û li ser vî esasî kar bikin û alîkariya Rêber Apo bikin û alîkariya yên dixwazin çareseriyê pêş bixin bikin wê demê yên ku dixwazin sabote bikin wê nikaribin sabote bikin. Yên bixwazin sabote bikin jî wê nikaribin encamê bigirin. Yên temaşe dikin jî wê bibînin ku berjewendiyên Tirkiyeyê di çareseriyê de ye û ew ê jî li gel çareseriyê cih bigirin. Mere fêm dike ku di navbera Bahçelî û Erdogan de hinek nakokî hene. Lê vê diyar nakin. Mînak Erdogan bi taktîk wer dide diyarkirin ku ew û Bahçelî pêkve ne. Wer dide diyarkirin. Di rastiyê de ne wiha ye. Rêber Apo berpirsyariyeke dîrokî dide diyarkirin û dixwaze li ser vî esasî kar bike. Yên ku dixwazin pirsgirêk bi riya hiqûqî,siyasî çareser bibe xwedî li vê pêngavê derkevin û ji bo wê têkoşîn bikin.
Di vir de dibe ku gelek senaryoyên muhtemel jî çêbibin. Tê gotin di Osmaniyan de lîstik pir in. Li hember van senaryoyên muhtemel dibe erênî be û neyînî be jî ji bo gel, sempatîzanê we û dostan bangek we yan jî daxwazek we heye?
Niha her kes dixwaze pirsgirêk bi riya siyasî û hiqûqî çareser bibe û hem jî yên vê dixwazin gumana jiyan dikin. Guman jiyankirin ne bê sebeb e. Zimanê ku tê şixulandin û di partîkê de tiştên dikin gumanê dide jiyankirin. Heke guman tê jiyandin ji ber vê ye. Ez dixwazin vê bibêjim. Yên gumanê jiyan dikin divê ji bo vê gumanê ji holê rakin têkoşînê bikin. Ger têkoşînê bikin wê ew guman ji holê rabe. Heke mirov tenê guman bîne ziman û ji bo wê ji holê rake têkoşînê neke ew zêde xizmetî tiştekî nake. Ew guman berdewam dike. Heta dibe ku aliyekî ve wan kûr jî bike. Dibe mere gumana jiyan bike, lê yên ku gumanan jiyan dikin jî ji bo çi gumanan jiyan dikin? Ji bo gumanan rakin jiyan dikin. Divê wer nêzîk bibin. Rastî ev e. We jî anî ziman. Li dewleta Tirk lîstik zehf in. Heta niha Rêber Apo ji bo pirgirêkê ji zemîna şer derxe gelek caran yek alî gav avêtin. Her tim sabote kirin, lîstik lîstin û her kesî xapandin. Mumkune vê carê jî hinek bixwazin lîstikan çêbikin, xapandinê çêbikin. Lê belê tevgera di vî alî de xwedî tecrube ye. Gelê me jî xwedî tecrube ye. Ger bixwazin lîstikan bikin jî êdî nema dikarin bikin. Yanî Tevgera me û gelê me rê nadin vê yekê. Dikarim vê bi rehetî bibêjim.
Şandeya Îmraliyê çend rojin tê Başûrê Kurdistanê. Li Hewlêr û Silêmaniyê wê hevdîtinan bikin. Di esas de wê peyamên Rêber Apo bînin. Di vê pêvajoya hesas û dîrokî de bi taybet li Kurdistan û Rojhilata Navîn helwesteke neteweyî çawa pêwîst e?
Hatina şandeyê ya Başûrê Kurdistanê di cih de ye. Rêber Apo dixwaze ku ev xeta dimeşîne bike aîdî her kesî. Jixwe dema te civak tevlî kir û pirsgirêk kir civakî ew encam dide. Wer nebe, nabe. Di vir de jî gelek tecrubeyên berê hene. Mînak Rêbertî pêşî li Tirkiyeyê destpê kir. Niha jî dixwaze şande li Başûr hevdîtinan çêbike. Encamên wan wergire û li ser wî esasî daxuyaniyan pêş bixe. Ji bo wê Rêbertî kar dike. Niha ji bo Kurdan firseteke dîrokî derket. Di dîrokê de dibe carna ev firset çêbûye, pir kêm çêbûye. Lê belê Kurdan zêde feydê jê nedîtine. Sedemên wê hene. Ne hewceye pir dirêj li ser wê bisekinim. Bi rastî îro ji bo Kurdan karekî dîrok derketiye holê. Yanî rola Kurdan pir xurt bûye. Îro Şerê Cîhanê yê Sêyem li Rojhilata Navîn tê jiyankirin. Rojhilata Navîn hilweşiya. Bi hilweşîna desthilata Baasa Sûriyeyê ew sîstema ku berê Îngilistan û Fransa di Şerê Cîhanê yê Yekem de çêkirin hilweşiya. Wê sîstemeke nû çêbibe. Li ser Rojhilata Navîn gelek navend şer dikin. Di vî şerî de her kes dixwaze armancên xwe û berjewendiyên xwe pêk bîne. Lê her kes jî dibîne ku bê Kurd nabe. Ev navendana hemû dixwazin Kurdan bi aliyê xwe ve bikşînin. Ji bo karibin bi Kurdan re li Rojhilata Navîn encamê bi dest bixin. Ev ji bo Kurdan derfeteke mezin derxistiye holê. Ji bo vê divê Kurd di vê serdemê de pirsgirêkên xwe yên netewî çareser bike. Yanî divê demildest Kongreya Neteweyî bi lezgînî pêş bixe. Ger vê yekê bikin Kurd wê mezin qezenc bikin. Wê bi gelan jî bidin qezenckirin. Niha qedera her kesî ketiye destê Kurdan. Divê Kurd pirsgirêkên xwe demildest çareser bikin û netweyî ya Kurd esas bigirin. Divê pirsgirêkên din nexin pêşiya pirsgirêkên neweteyî. Dibe ku pirsgirêkên din hebin. Lê divê vana dernexin pêş. Divê her kes pirsgirêkên neteweyî ji bo xwe esas bigirin. Divê çawa Kongreya Neteweyî pêş bixin, destketiya gelê Kurd di vir de ye. Em vê esas digirin. Ji bo vê banga min hem ji bo gelê Kurd, hem ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û hem jî ji bo hemû partî û saziyan e. Divê em pirsgirêkên neteweyî ji bo xwe esas bigirin. Konferansên neteweyî li ser esasê kongreya neteweyî pêş bixin. Pêwîstiya Kurdan ev e. Ev ê bi Kurdan bide qezenckirin. Ger em vê bi pêş nexin û parçe bin, her çiqasî qedera her kesî girêdayî Kurdan be jî wê Kurd nikaribin encamê bi dest bixin. Wê têkeve xizmeta hinekan. Di dîrokê de çawa ket xizmeta hinekan û li ser jî komkujî pêş ketin, wê dîsa wê jiyan bikin. Ger em naxwazin dubare bibe, ew di destê me de ye. Hemê pêşketin di aliyê Kurdan de ye, her kes muxtacî Kurdan e. Qedera her kesî ketiye destê Kurdan. Divê Kurd di vir de ji bo xwe rola xwe pêk bîne û ji bo gelan û mirovahiyê pêk bîne. Divê em di vir de dereng nemînin. Em hincetan bi pêş nexin. Em niha li ser vî esasî kar dikin. Ez dibêjim lazim e sala 2025’an bibe sala Kongreya Kurdan. Em li ser vî esasî kar dikin. Bang min ew e ku her kes vî karî ji bo xwe esas bigire. Ger em vê esas bigirin em ê mezin qezenc bikin û bi mirovahiyê re jî mezin bidin qezenckirin.
Der barê rewşa Bakur û Rohilatê Sûriyeyê de jî dixwazim çend pirsan bipirsim. Wek tê zanîn êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Dewleta Tirk ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike hemû hêza xwe xistiye dewrê û xwe weke xwediyê sûriyeyê dibîne. Mesela siyaseta li ser Sûriyeyê dimeşîne, li Şamê ofîsa MÎT’ê hatiye vekirin. Mesela li ku dera Sûriyeyê dixwaze dikare hêzên xwe bibe wir. Di civîna ewlehiyê de biryareke wisa girtin. Dîsa serfermandarê HTŞ’ê Umer Mihemed endamê DAÎŞ’ê yê berê ye û welatiyê Tirkiyeyê ye. Her wiha dibêjin em ê destûra Sûriyeyê amade dikin. Bi gotineke din weke qeyûm avêtine ser Sûriyeyê. Gelo berdewama vê siyasetê heye yan jî wê karibin berdewam bikin û bimeşînin? Gelo zemîna Sûriyeyê ji bo vê guncav e yan ne guncav e. Mirov vê çawa binirxîne?
Dewleta Tirk êrîşê ser Tişrîn û Qereqozaxê dike. Gelê me yê Rojava, Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û Ermenî pêkve li dijî vê êrîşî disekinin, bi lehemngî disekinin. Ez gelê me yê wir silav dikim êû hurmetê xwe diyar dikim. QSD bi rastî berxwedaneke destanî dimeşîne. Bi vê wesîleyê ez wan jî silav dikim û hurmetê xwe ji bo wan diyar dikim. Ji bo şehîdan jî dubare dikim. Şehîdên wir, şehîdên mirovahiyê ne. Heta ku em hebin em ê wan şehîdan bidin jiyîn. Ev wesîfeya me ye û wesîfeya mirovahiyê ye. Ji ber ku ew vî şerî ne tenê ji bo Kurdan ji bo mirovahiyê dimeşînin. Bi rastî lehengiyeke mezin li wir tê jiyîn. Ez dixwazim vê bêjim. Dewleta Tirk dewleteke NATO ye. Rêgez û pîvanên NATO hene. Gelo êrîşên Tirkiyeyê li gorî rêgez û pîvanên wan e ji bo wê dengê xwe dernaxin? Yan jî derveyî vê ye. Ger li gorî pîvan û rêgezên wan Tirkiye vî şerî dimeşîne û dengê xwe naxin, ev rastiye NATO’yê diyar dike. Ger derveyî rêgez û pîvanên wan be wê demê çima li dijî vê nasekinin û bêdeng in. Divê ev bê pirsîn. Gelê me divê vê baş fêm bike. Yanî NATO ji bo gelê Kurd îfade dike? Ji ber ku dewleta Tirk dewleteke NATO’yê ye û bi derfetên NATO’yê vî şerî dimeşîne. Yek min xwest ez vê bêjim. Yek jî niha li Sûriyeyê diyare u rol dane hem Tirkiyeyê û hem jî Erebistana Siûdî. Tirkiye karibe ji nû ve Sûriyeyê bi rêxistin bike û Erebistan Siûdî, dewletên Ereb di aliyê aborî de alîkariyê bikin û Sûriyeyê li gorî xwe bi rêxistin bikin. Yanî li ser vî esasî kar tê meşandin. Ev kar wê çiqas encam bidin, em tam nizanin. Sîstema kapîtalîst dixwaze niha bi HTŞ’ê re bimeşe. Dixwazin hem bi Tirkiyeyê û hem jî bi Erebistan Siûdî alîkariya HTŞ’ê bikin. Dixwazin hin gav bi wan bidin avêtin. Lê di vî karî de wê encam bigirin an jî negirin em nizanin. Ber bi ku derê ve biçe ne diyar e. Li aliyekî dibijên divê li sûriyeyê demokratîkbûn pêş bikeve, hemû gelan û olan hembêz bike û li aliyên din jî rastiya HTŞ’ê heye. Yanî rewşeke ku nakokî li wê derê tê jiyan kirin. Sûriye wê çawa pêş bikeve, çawa şeklê xwe bigire ne diyar e. Dikarim vê bêjim. Niha Tirkiye giraniya xwe dixwaze li Sûriye çêbike. Ew giraniya ku heta niha kariye bi dest bixe, dixwaze biparêze, bi temamî bixe xizmeta xwe. Lê li ser Sûriye gelek hêz şer dikin. Yanî wê nikaribin wisa Sûriye teslîmî Tirkiye bikin. Ev zehmet e. Tirkiye vê dizane. Tirkiye kar dike ku giraniya xwe winda neke ku bikaribe bi Amerîka, bi Îngiltere heta bi Îsraîlê lihevkirin çêbike. Yanî Tirkiye li ser vê esasê disekine. Ji ber ku dizane bi temamî Sûriye teslîmî Tirkiye nakin. Feqet Tirkiye jî gelek gav avêtiye, dixwaze wan biparêze. Niha Tirkiye ji bo vê kar dike. Ger wan parast, dikare bi Amerîka, Îngiltere û Îsraîl re li hev were, lihevkirinek çêbike. Tirkiye ew rola ku berê li Rojhilata Navîn bi dest xist, winda kir, ew rol ji dest çû. Bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn re Tirkiye ava bû, bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re Îsraîl ava bû, bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re jî hegemonyaya Îsraîlê li Rojhilata Navîn pêş dikeve. Bi tîfaqê Îbrahîmî, sermayeyê Ereb û Yahudiyan digihe hevdu. Êdî li Rojhilatê Navîn Îsraîl giraniya xwe çêdike, rola ku Tirkiye berê pêk dianî Îsraîl pêk tîne. E Tirkiye naxwaze ku rola xwe bi temamî winda bike. Dixwaze li Sûriye giraniya xwe biparêze ku bikaribe rola xwe ya ku ketiye jî dîsa biparêze. Tirkiye ji bo wê kar dike. Ji aliyekî ve jî kar dike ku ev sîstema ku li bakurê rojhilatê Sûriye çêbûye ji holê rabike. Ji bo vê kar dike. Ev MSO’ye çi ye, bo vê dişixulîne. Yanî ku bikaribe cihê xwe li Sûriye biparêze. Dixwaze hem vê şoreşê ji holê rake, tasfiye bike, hem jî li Sûriy cihê xwe yê heyî biparêze ku bikaribe Rojhilatê Navîn bi temamî winda neke.
Em ber bi dawiyê ve tên. Ez dixwazim di vê derê de pirsekekî derbarê êrîşên dewleta Tirkiye yên li ser Ragihandina Azad bikim. Herî dawî li Ranyayê hevalê me yê rojnamevan Azîz Koylûoglû şehîd kirin, ji salên 93- 94 ên JÎTEM’ê heya niha salên ku herî zêde rojnamevan hatine qetilkirin ev sê salên dawî ne. Hemû jî bi destê dewleta Tirk bi SÎHA, bi keşfê hatin qetilkirin. Beriya wê Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn dîsa Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Nagîhan Akarsel, Rosîda Mêrdîn, Avrîn Mahsûm, Dilovan Gever, Necmedîn Feysel, Mûrad Mîrza, Vedat Erdemcî, Îhsam Abdullah, Mihemed Reşo, Saed Ehmed her wiha du hevalên din ên ragihandina YJA Starê, ev hemû di salên dawî de ji aliyê dewleta Tirk ve yek bi yek bi nasnameya rojnamevantiyê hatin qetilkirin. Bi taybet Rojava, Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê ev hevalên me hatin qetilkirin. Dewleta Tirk bi van êrîşên li ser ragihandina azad çi hedef dike û li hemberî vê rol û mîsyonake çawa dikeve ser endamên çapemeniya azad.
Niha ji bo hevalê Azîz Koylûoglû ez hurmet û minetdariya xwe diyar dikim. Di şexsê wî hevalî de jî tevahî şehîdên ragihandinê bi bîr tînim, hurmet û minetdariya xwe ji bo wan diyar dikim. Bi rastî ew karekî mezin pêk tînin. Rastiya dewleta Tirkiye bi ker kesekî didin fêmkirin. Ji bo vê dibin hedef. Eger ku dewleta Tirkiye wan hevalan hedef girtiye, sedema vê ew e ku van hevalan rastiya wî derdixistin. Ji bo vê kirin hedef. Mînak dewleta Tirk çi digot, ragihandina wan digot me Tişrîn bi dest xist. Wisa dan diyarkirin, wisa propaganda dikin, e feqet çi bû? Van hevalan çûn Tîşrîn rastiya dewleta Tirkiye, derewên dewleta Tirkiye eşkere kirin. Eger kirin hedef, ji ber vê kirin hedef. Yanî dewleta Tirk naxwaze ku rastiya wan her kesekî fêm bike. Şerekî pir gemar, qirêj dimeşîne. Naxwazin ku eşkere bibe û her kes fêm bike. Dixwaze kes pê nehese. Ji ber ku şerekî dimeşînin, şerekî pir gemar e. Gelek derewan dikin, dixwazin her kesî bixapînin. Çekên kîmyewî dişûxlînin, qetlîaman dikin, kuştinan dikin, girtinan dikin, koçberiyan dikin yanî her tiştê dikin. Feqet nikarin dengê wan qut bikin. Her ku kuştinan dikin, endamên ragihandinê wê dikin sedem ku rastiya dewleta Tirk zêdetir derxin holê. Wiha jî diaxivin, dibêjin em bi kuştinan xilas nabin, em gava jî paşde navêjin, çawa ev hevalên me heta niha rastiyê derxistine holê em ê berdewam bikin, em ê di xeta wan de karê xwe mezintir bikin. A rastî jî ev e jixwe, yanî madem dewleta Tirk dixwaze rastî dernekevin, kes rastiya fêm neke, qirêjiyên wan, gemariiyên wan fêm neke pêwîste ew jî vê bi israr derxin holê. A ku ji ragihandinê tê xwestin ev e. Ew jî jixwe vê esas werdigirin. Ez spasiya wan dikim.
Em hatin dawiya bernameya xwe, herî dawî gotinek we bangek we hebe hûn dikarin bêjin.
Niha tê zanîn ji bo 15’ê Sibatê li her cihekî çalakî hene, ev çalakî divê ev sal mezintir bibin, lazime jî mezintir çêbibin. Li Strasbourg çalakî heye, meş heye, banga min ew e ku her li ku derê be her kesek lazime ji bo 15’ê Sibatê bimeşe, tevlî bibe, di mitîngê de bi hejmarê pir mezin bigihin hev. Dengê gelê me lazim e di vê pêvajoyê de pir xurt derkeve. Lazim e dengê xwe û dengê Rêber Apo bikin yek. Wexte azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çêdibe, wexte pirsgirêka Kurd dikeve çareseriyê, demokratîbûn, azadîbûn tê jiyankirin. Li ser van esasan ez spasiya hemû çalakvanan dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim, lazim e bi qerar bi cesaret bimeşin, li dijî 15’ê Sibatê, li dijî komployê bisekinin, vê rojê biqulibînin rojekî pirsgirêkê Kurd çareser kirinê.