NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên MAKê li Wan, Amed û Elîhê li dijî komplo û tecrîdê çalakî li dar xistin.
Ravekirin wiha ye;
“Milîsên MAK’ê li gelek bajaran li dijî komploya 15’ê Sibatê çalakî li dar xistin.
Milîsên me di 7’ê Sibatê de li gundê Batman Yakıtlı li ser bîreke petrolê çalakiyeke sabotajê li dar xistin.
Di 9’ê Sibatê de milîsên me li Taxa Xaçortê ya Wanê li dijî bazirganên tiryakê bi teqemeniya bombebarkirî çalakiyek li dar xistin. Kesên bi navê Halîl Sakar û Serhat Baran ji aliyê Milîsên me ve bi teqemeniyên destçêkirî hatin hedefgirtin.
Di 11’ê Sibatê de milîsên me li Taxa Xaçort a Wanê bi teqemenî li polîsên dagirker xistin. Milîsên me bi teqemeniya destçêkirî wesayîta polîsan a dagirker çalakiyek li dar xistin.
Milîsên me 11’ê Sibatê bi şev li navçeya Qulpê ya Amedê li dijî wesayîta cerdevanan çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayit hate şewitandin û rûxandin.”