DIRBÊSIYÊ – Îro li Goristana Şehîdan a gundê Berkevirê ya girêdayî Dirbêsiyê Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) tên oxir kirin.
Şêniyên Dirbêsiyê û gelê welatparêz ji bo oxirina her dû şehîd li ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan kom dibe.
Endama Koordînasyona Kongra Star Salîhe Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYDˋê Hogir Dirbêsiyê (Dilawer Erebo) di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 27ˋê Çileyê li bajarê Ranya de şehîd bûbûn.