Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiya Meşa Dirêj ya ku hemû salê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber APO lidardixe bi rengekî bi heybet dest pê kir.

Di 26. salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO de, ciwanên ji herema Firatê hatin gel hev dest bi meşa dirêj kirin. Meşa dirêj danê sibehê li Kobanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Meş di bin dirûşma “Bi rihê Ciwanên Apoyî ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat organizê kirin.

Di meşa dirêj de ciwanan ala Rêber APO û pankarteke mezin bi nivîsa “Bi rihê Berxwedana Tişrinê wê ciwan komploya navnetewi tek bibin” hildan û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Be Serok jiyan nabe” qîriyan.

Nivîsa Pêş