NAVENDA NÛÇEYAN – Sibe salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ye. Ji ber vê ciwanên Efrînê li Tepqa û ciwanên Kobanê der barê komployê de sînevîzyonek nîşan dan.
TEPQA
Bİ boneya 26ê Salvegera Komploya Navnetewî Yekitiya Jinên Cwanên Efrîn li Tebqa di dibistanan de sîneviziyon pêskêskirin. Bi jin, ciwan û zarokan re jinên ciwan li ser giringiya tekosîn û helwest ji bo azadiya Rêber APO civiyan. Şeniyên Efrînî ku Rêber APO ditin, biranînên xwe bi Rêber APO re ji bo ciwanan behs kirin. Ji bo çalakiyên ji bo 15 sibate bangawazî hatiye kirin.
KOBANÊ
Li Kobanê jî xwendekaran bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedana Tişrînê komploya navneteweyî bişkînin” ji bo şêniyên herêmê xwepêşandanek li dar xistin. Zêdeyî 300 ciwan û welatî ji bo temaşekirina sînevîzyona li ser Rêber APO amade bûn. Piştre dirûşmeyên “bijî serok apo” hatin qîrîn.