ŞENAGL- Îro li navenda Şengalê meşekê ji bo azadiya Rêber APO û şermezarkirina komployê 15’ê sibatê hat lidarxistin. Gelê Şengal û hemû sazî û destgehê Rêveberiya Xweser û sedan kes beşdarî meşê bûn.
Meşa ku alên Rêber APO hatin hildan de bê navber sloganên “Bê Sêrok jiyan nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar slav” û “Bi berxwedana Şengalê em ê Îmraliyê bişkînin” hat avêtin. Koma çand û hûner ê jinên ciwan Sitiya Nerxşa bi def û dawulê meş geş kir.
Her wiha Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bi pankarta “Roja qirkirina Kurdan bi têkoşîna Rêber APO wê bibe roja azadiyê!”. tevlî meşê bûn. Bi coş û moralekê mezin meş ji Dewre Yermûk heta Medresa Sor berdewam kir.
Di dawiya meşê de ser navê Rêveberiya Xweser, TAJÊ, komîte malbata Şehîdan û Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê daxuyanî hate dayin. Ciwanan şanoyekê kurt pêşkêş kirin û maketekê Îmralî şikandin. Girîngiya têkoşîn û fikrê Rêber APO ji bo gelê Şengal û hemû gelên azadîxwaz hate silav kirin. Gelê Şengal îradeya xwe ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê nîşan da.